Walîtîya Colemêrgê, daxuyand ku ji ber şert û mercên hewaya xerab ji perwerdehîya çûnûhatinê re rojekî navber hat dayîn.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîyê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku tê texmînkirin berfa ku êvarê dest pê kirîyê îro jî heta êvarê berdewam bike.
Hat îfadekirin ku wisa tê texmînkirin germahîya hewayê wê bikeve binê sifirê, ji ber rîska qeşa û cemedê ji perwerdehîya çûnûhatinê re navber hat dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sê Mehên bimbarek ku alema Îslamê di nav hesret û kelecanê de li bêvîya wan in û di nav xwe de Şeva Qedrê ku ji hezar mehan xêrtir e dihewîne, di 1ê Çileyê roja Çarşembê de dest pê dike.
Di encama qezaya ku pêk hat de dayîkek û kurê wê canê xwe ji dest dan, 3 jê giran 4 kes jî birîndar bûn.
Otobûseke rêwîyan li ser rêya Erzîncan-Sêwasê ji ber barîna berfê gêrê şerempolê bû. Ji cîhê qezayê re gelek ambûlans û ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin.
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), di Kongreya Asayî ya 9emîn de Sekreterê Giştî yê Partîyê Selahaddîn Muhammed Bahaeddîn ji nû ve bû serok.