Li navçeya Gevera Colemêrgê di nav wesayîtekî de lêgerîn hat kirin û di encama lêgerînê de 92 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin, şofêrê wesayîtê jî hat binçavkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Colemêrgê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Ji teref wezîfedarên Midurtîya Ewlehî ya Bajarê Colemêrgê ve ji bona ku îmalkirin û bazirganîya tiryakê bê astengkirin xebat hat kirin; li bajaroka Geverê; bi îzna serdozgerîyê di nav wesayîtekî de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de; 92 kîlo metamfetamîn di bin wesayîtê de hatin bidestxistin. Dest hat danîn li ser metamfetamînê, şofêrê ku hatibû binçavkirin jî hat girtin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, beşdarî rûniştina Narîn Guran ku li Dîyarbekirê 19 roj piştî kuştina wê ceseda wê hatibû dîtin bû.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Faruk Dînç bal kişand bi projeyên ku di nav de tiştên îfsadîyê hene perê vê xelkê beredayî tê xerckirin, “Mixabin ji bo kêfa bi çend seatî perê vê xelkê beredayî tê xerckirin û ji çend hûnermendan re bi milyonan pere tê xerckirin.”
Komeleya Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê, bi tevî desteka xêrxwazan ji 250 malbatên êtîm û mihtac re alîkarîyan kir.