Li dijî Şaredariya CHPê operasyonên "dizîn" û "şûştina pereyan"
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê dizî û şûştina pereyan de ku Şaredariya Bolu ya bi serkêşiya CHPê û şîrketên pê re girêdayî hedef digire, deh şikdar hatine binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Bolu ve tê birêvebirin de, ekîbên cendirmeyan operasyonek berfireh pêk anîn.
Di çarçoveya operasyonê de, 10 kes hatin binçavkirin, di nav wan de Sekreterê Taybet ê Şaredariya Boluyê Ö.N.Y. û İ.Ç., O.Ö., S.G., V.Y., S.G., Y.G., İ.G., D.M. û A.K. hene, ku tê gotin di şîrketên girêdayî şaredariyê de dixebitin.
Di lêgerîna mal, wesayît û cihên kar ên şikdaran de, hinek belge û nivîs hatin desteserkirin.
Hat hînbûn ku şikdarên ku ji kontrolên tenduristiyê derbas bûne hêna jî ji teref cendirmeyan ve têne muayenekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ekîbên Rêveberiya Daristanan, îtfaîyeyê û cendermeyan li ser agirê çiqilê ku li deverek daristanî ya navçeya Dîcle ya Dîyarbekirê derketiye, dixebitin. Hewldanên ji bo kontrolkirina agir berdewam dikin.
AFADê diyar kir ku li Behra Egeyê di mezinahîya 4,3yan de erdhejek rûda.
Li ser rêya Xarpêt-Meletîyê 2 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesên ku di nav wesayîta qulipî de bûn birîndar bûn.