Li Diyarbekirê krîza serwîsê mezin dibe, Deûbav: Em zarokên xwe naşînin dibistanê!

Betalkirina xizmetên otobusên dibistanê yê li meheleya Qirxalî (Yolboyu Pirinçlik) ya navçeya Kayapinar a Diyarbekirê, bi sedan xwendekar di tengasiyê de hiştine. Dê û bavan bang li rayedaran kirin û gotin, "Zarokên me kîlometreyan dimeşin, bi trafîkê û êrîşên kûçikan re rû bi rû ne."
Betalkirina xizmetên otobusên dibistanê li taxa Qirxalî ya navçeya Kayapinar a Dîyarbekirê bû sedema nerazîbûneke giştî. Nêzîkî 300 xwendekarên ku neçar in her roj kîlometreyan bimeşin da ku biçin dibistanê, hem betilandîne û hem jî jiyana wan di xetereyê de ye.
Dê û bavan, diyar kirin ku otobusên ku ji hêla şaredariyê ve hatine peyda kirin îhtîyacan pêk naynin, bang li rayedaran kirin û gotin, "Ew 150 xwendekaran di wesayîtên 50 rêwiyan de siwar dikin. Zarokên me bêhna xwe vedidin. Bi vî rengî ewlehiya jiyanê nayê kirin."
“Em dixwazin dengê me li temamê Tirkîyeyê bê bihîstin”
Hatîce Çelîk diyar kir ku tevî hemû daxwazên wê jî, xizmeta otobusa dibistanê nehatiye dayîn û got ku mala wan 4 kîlometre dûrî dibistanê ye û ji ber vê yekê zarok hene ku du hefte ne nikarin biçin dibistanê.
Mala me 4 kîlometre dûrî dibistanê ye. Par xizmeta me ya otobusê betal kirin. Her çend dibistan du hefte ne vekirî ne jî, zarokên me neçûne dibistanê. Tevî ku bi qasî 600-700 malbat hene jî, yek otobusa dibistanê jî tune. Zarokên me rêya 4 kîlometreyan dimeşin. Zivistan li pêş e; ew ê çawa li hember berf, baran û heriyê bisekinin? Ger ji zarokên me re otobusa dibistanê neyê dayîn, em ê wan neşînin dibistanê. Em dixwazin dengê me li seranserê Tirkiyeyê were bihîstin."
“Ji ber ku serwîs nîn in, zarokên me bi talûkeya winda bûyînê re rûbirû ne”
Bavekî dinî Hamza Gülsen jî rave kir ku ji bo zarokên xwe bibe dibistanê neçar ma ku dev ji karê xwe berde û got, "Ez zarokên xwe bi erebeyê dibim û tînim, Ez ji kar derketim da ku wan ji dibistanê bînim. Ez ne tenê zarokên xwe, ez zarokên cîranan jî digirim. Em daxwaza serwîsa veguhastinê dikin. Çend roj berê, biraziyê min winda bû û me heta du saetan şûnda ew dît. Ji ber ku serwîsa veguhastinê tune bû, biraziyê min hewl da ku bi tena serê xwe vegere malê û winda bû. Xwedê neke, rojekê dema ku ew li kolanê tê, kesek wî birevîne wê çi bibe?"
“Zarokên me rêya 4 kîlometre bi meşê diçin”
Felek Ataş diyar kir ku ji ber ku zarok 4 kîlometre dimeşin ji xwendinê sar bûne û gotinên xwe wisa domand, “Zarokên me bi meşê 4 kîlometre rêyê derbas dikin. Wê di zivistanê de di nava berf û baranê de rêyê çawa derbas bikin. Xwedî li zarokên me derkevin. Wê rayedaran di nava van şert û mercan de zarokên xwe bişînin mektebê? Zarokên min, ji ber ku serwîs nîn e dev ji mektebê berdan.”
“Ger pirsgirêk neyê çareserkirin, em zarokên xwe naşînin mektebê”
Saîme Yilmaz bang li walîtî, qeymeqamî û şaredarîya mezin kir û got, “Werin dengê me bibihîzin. Vê çareserîya me hal bikin; ger hal nekin em zarokan naşînin dibîstanê. Ger hewce be emê rê bigirin, mektebê bigirin. Em weke dê ji bo zarokên xwe mucadeleya xwe bidomînin. Zarokên diçin pêşdibistanê jî hene. Em serwîsê dixwazin. Weke hun jî dibînin zarok li ser hevdû siwar dibin. Ji ber ku cihê rawestgeh nîne zarok li ser rê dadikevin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Betlaneya mektebê ya 9 rojî qediya. 20 milyon xwendekar piştî tatîlê îro dest bi mektebê kirin.
Rûniştina KPSS Pêşlîsans a ku ji teref Navenda Bicîkirin, Bijartin û Pîvandinê ve hat tertîpkirin xelas bû.
Hat ragihandin encamên bicîkirinên yên YKSyê hatin daxuyandin.
Îmtîhana Hilbijartina Personelên Kamûyê ew ê îro bi rûniştinên Çanda Giştî û Qabilîyeta Giştî û bi zanistên perwerdehîyê dest pê bike.