Dînçê Parlementerê HUDA PARê: Divê temamê welatên dinyayê beyanatê bidin da ku wê Fîloya Sumudê biparêzin

Faruk Dinçê Parlementerê Mêrsînê yê HUDA PARê, di daxuyaniya ku li Meclîsê belav kir de ragihand ku, divê temamê welatên dinyayê helwesteke eşkere diyar bikin û beyanatê bidin da ku wê Fîloya Sumudê biparêzin.
Faruk Dinçê Parlementerê Mêrsînê yê HUDA PARê, di civîna ku li Meclîsê kir de derheqê çûyîna Xezzeyê ya Fîloya Sumûda Kûrewî daxuyanî da.
“Êrîş li keştîyên me hat kirin û hat xwestin ku du keştîyên me yên esil bişewitînin”
Dînç, bi bîr xist ku ew nêzîkî du hefteyan li Tunisê bûn bi daxwaza tevlîbûna Fîloya Cîhanî ya Sumud û got, "Nêzîkî du salan e li Xezzeyê qirkirinek heye. Zarok, jin, sivîl li ber çavên cîhanê tên qirkirin. Zarok birçî ne û mixabin, ji ber ku welatên cîhanê erk û berpirsiyariyên xwe yên di vî warî de bi cih neanîne, em neçar man ku biçin Tunisê. Wekî mirovên xwedî wijdan, me xwest ku em wekî mirovên ji welatên cûda yên cîhanê, komên etnîkî yên cûda, dînên cûda û rengên cûda, li ser bingeha hevpar a mirovahiyê werin cem hev da ku ji bo Xezzeyê tiştek bikin. Me nêzîkî panzdeh rojan li Tunisê li bendê ma. Di dema ku me li bendê ma de, qaşo wezîrekî îsraîla îşxalker bi ragihandina ku ew ê mudaxeleyî vê fîloyê bike û gefên li ser vê yekê xwar, bi pratîkî tevahiya cîhanê rexne kir. Lêbelê, keştîyên me yên li Tunisê du caran rastî êrîşê hatin û hewl hat dayîn ku du ji keştîyên me yên mezin ên dayikê werin şewitandin. Lê şikir ji Xwedê re, keştîyên me sax man; tu qurbanî an birîndar tunebûn, Elhemdulîllah.
Em jî xwestin biçin Xezzeyê, lê nebû qismet. Nêzî 150 kes însan ji TIrkîyeyê li wê derê bû; lê tenê nêzî 10 kesan çûn. Tevî vanan, tevî van êrîşan, gefan û sabotajan elhemdulîllah keştîyên me derketin rê û aniha diçin ber bi Xezzeyê ve.”
“Divê birayên me yên di Fîloyê de ne bên muhafezekirin û parastin”
Dînç wisa dewam kir, “Birayên me yên ku di wan keştîyan de ne ne tenê xwe temsîl dikin, kesên ehlê wijdan jî temsîl dikin. Ji ber vê yekê divê birayên me yên di Fîloyê de ne bên muhafezekirin û parastin. Ez dixwazim bangekî bikim, divê temamê welatên dinyayê helwesteke eşkere diyar bikin û beyanatê bidin da ku wê Fîloya Sumudê biparêzin. Înşallah bî birayê me bi sax û silametî bigihîjin Xezzeyê û bibin wesîleya şikandina dorpêça li se Xezzeyê ye.
Em bê pêlav, bê dest û bê tundûtûjî ber bi Xezzeyê ve çûn; em ji bo bidawîanîna qirkirinê li wir derketin rê. Ji ber vê yekê, erkê we ew e ku hûn piştgiriyê bidin vê fîloyê, dengê wê bilind bikin û di rojevê de bihêlin. Erê, ez dizanim ku bi mîlyonan dixwazin li ser van keştiyan bin; bi mîlyonan dixwestin tevlî vê fîloyê bibin, lê tenê hejmareke sînorkirî karî siwar bibin. Di vî warî de, banga me ji bo hemî xwişk û birayên me yên ku dilê wan li Qudsê, dilê wan li Xezzeyê û dilê wan li Filistînê lêdide: Meydan fîloya me ne û cih jî keştiyên me ne. Werin em di her hawîrdorê de dengê xwe bidin vê fîloyê. Werin em bersiva hemî bangên li ser vê mijarê bidin û bila dengê mirovên wijdan bigihîje ezmanan." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Betalkirina xizmetên otobusên dibistanê yê li meheleya Qirxalî (Yolboyu Pirinçlik) ya navçeya Kayapinar a Diyarbekirê, bi sedan xwendekar di tengasiyê de hiştine. Dê û bavan bang li rayedaran kirin û gotin, "Zarokên me kîlometreyan dimeşin, bi trafîkê û êrîşên kûçikan re rû bi rû ne."
Platforma Biratîya Îslamî ya Çewligê ji bo betal kirina festîval, konser û hin çalakîyên ku wê ji teref Wezareta Turîzm û Kultirê ve di bin kontrola Walîtî û Şaredarîya Çewligê di navbeyna 19-25ê Îlonê bê kirin, bangê kir.
Mehmet Beşîr Şîmşekê Alîkarê Sarokê ÎTTÎHADUL ULEMAyê yê ku beşdarî civîna 11. a Komîsyona “Tirkîyeya Bêteror” a Meclîsê bû, derheqê devavêtîna dema parvekirina xetayên û tespîtên berê yên pêvajoyê de daxuyanî da.