Li Dîyarbekirê qezaya trafîkê: 1 jê giran 4 birîndar

Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê, qezayeke trafîkê çêbû, di encama qezayê de 1 jê giran 4 kes birîndar bûn.
Qeza, li nêzê gundê Kodê ya navçeya Rezan pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 21 ABE 775 a ku di bin îdareya M.F.K. de bû, ji ber ku lastîka wî ket nav qurtikê şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û wesayît ji rê derket teqle avêt.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme û AFADê hatin sewqkirin.
Hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e.
Mirovên birîndar jî bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Agirê ku li qadeke daristanî ya di navbera navçeya Dursunbey a Balikesirê û navçeya Buyukorhan a Bûrsayê de derketibû, belav bûbû û gundan tehdîd dikir. Taxên Bayiryuzuguney û Adaoren wek tedbîr hatin valakirin û du şikdar jî hatin binçavkirin.
Ew ê nav herêma Behra Spî, Anadolîya Navîn û Bakur germahî wê li ser pileya demsalê be.
Niştecihên avahiyek li navçeya Rezan a navçeya navendî ya Dîyarbekirê gilîyan ji lerizînê kirin, ji ber vê yekê ekîban dest bit evgerê kirin û avahîyê vala kirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu got, "Rêyeke dinê tuneye! Tovên dijminatiyê li van axan şîn nebûne û wê şîn nebin."