Li Edîrneyê, brûsk 30 miyan mirar kir
Li Lalapaşa navçeya Edîrneyê, 30 pezên ku di dema bahoz û barana gur de xwe di bin darekê de veşartin, ji ber lêdana birûskê mirin.
Bûyer, doh êvarê li gundê Demîrkoyê qewimî.
Li gorî agahiyan, keriyek pezên ku li çêrê diçêriyan, ji bo ku xwe ji barana ji nişka ve biparêzin, di bin darekê de kom bûn. Di wê gavê de, birûsk li darê ket. Di encama lêdana birûskê de, 30 pezên di bin darê de li cihê bûyerê mirin.
Piştî xeberdayînê ekîbên cendirmeyan ji herêmê re hatin şandin. Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, piştî ku prosedurên pêwîst hatin temamkirin, miyên mirî di çalekê de hatin veşartin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sacîd Pîşgîn ku di 22ê Tîrmeha 2023an de li mizgefta avahiya Navenda Bajêr a HUDA PARê ya Edeneyê di êrîşa kêrê de şehîd bûbû, di salvegera 3yemîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bîranîn.
Li navçeya Akçadax a Meletîyê di mezinahîya 4.1an de erdhejek çêbû.
Keştiyeke barhilgir a hişk a bi ala Tirkîyeyê ku ji Bendera Tamanê ya Rûsyayê ber bi Trabzonê ve komir dibir, li Behra Reş rastî êrîşeke dronê hat. Di êrîşê de endamekî ekîbê hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.