Li Behra Reş li ser keştiyeke bi ala Tirkîyeyê êrîşa bi dronê: Kesek mir, sê birîndar bûn
Keştiyeke barhilgir a hişk a bi ala Tirkîyeyê ku ji Bendera Tamanê ya Rûsyayê ber bi Trabzonê ve komir dibir, li Behra Reş rastî êrîşeke dronê hat. Di êrîşê de endamekî ekîbê hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.
Keştiya bi navê "MV Reyhan Sari" ku li qeyda bendera Stenbolê qeydkirî ye, dema ku barekî komirê ji Bendera Tamanê barkirî û ber bi Bendera Trabzonê ve diçû, li peravên Novorossiysk rastî êrîşekê hat.
Tê gotin ku êrîş bi dronê hatiye kirin, zirar daye keştîyê û personelên ku bi taybetî di odeya motorê de dixebitin jî tesîrdar bûne.
Yek ji endamên ekîbê li cihê êrîşê mir, her wiha sê karmendên birîndar piştî wergirtina dermankirina ewil ji navendên tenduristî re hatin rakirin. Hat hînbûn ku karmendên birîndar hêna jî têne dermankirin.
Piştî bûyerê, tedbîrên ewlehiyê li ser keştiyê hatin zêdekirin û lêpirsînên teknîkî hatin destpêkirin. Nirxandinên destpêkê nîşan didin ku keştî şiyana xwe ya deryayî diparêze û dikare rêwîtiya xwe bidomîne.
Her çiqas rayedar lêkolînên xwe yên li ser herêma ku bûyer lê qewimî û hûrgiliyên êrîşê didomînin jî, tê texmînkirin ku daxuyaniyek fermî derbarê tenduristiya ekîban de were dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Sîncan a Enqereyê, helîkopterek di dema firîna perwerdeyê de ket xwarê û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Sî û du koçberên neqanûnî di qeyikeke lastîkî de ku ji teref ekîbên Ewlekarîya Peravê ve li peravên navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê hatibû rawestandin, hatin girtin.
Li ser rêya Kutehya-Afyonkarahisarê otobûseke rêwîyan kontrola xwe winda kir, li bariyeran qelibî û qulipî, di encama qezayê de li gorî agahiyên ewil 31 kes birîndar bûn.