Walîtîya Efyonê ragihand ku ji ber barîna berfê li dibistanên seretayî û navîn û sazîyên perwerdehîya taybet rojek hat rawestandin.
Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref walîtiyê ve hat diyarkirin de hat destnîşankirin ji ber barîna berfê ku tê texmînkirin li bajêr ji nîvê şevê pê va tesîrdar be û tevahîya rojê bi navber dewam bike perwerdehî ji bo rojekî hat sekinandin.
Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku dibe ku talûkeya kombûna berf, cemed û qeşayê hebe û ji bo personelên cemaweriyê yên ducanî û astengdar jî îzna îdarî hat dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Sûra Dîyarbekirê wesayîtek ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qelibî, di encamê de 10 jê xwendekar 11 kes birîndar bûn.
Li Kuçukcekmeceyê ji çayxanekî re bi bombeyê êrîş hat lidarxistin. Di êrîşê de mirî an jî birîndar çênebûn.
Li navçeya Datçaya Mûxlayê di mezinahîya 3,4an de erdhejek pêk hat.
Bi biryara Konseya Dadgeha Iraqê, li Silêmanî hinek şîrketên produksîyonê, çapemenî û navendên çandî ya ku nêzê PKKê ne hatin girtin.