Li Entabê mîtînga “Tofana Eqsayê û Qudsê” tê tertîpkirin
“Mîtînga Desteka Ji Tofana Eqsayê û Qudsê Re” ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê organîzekirin, li Entabê bi beşdarbûna gelek mirovan dest pê kir.
Weqfa Evîndarên Pêxember, ji bona ku qetlîamên li Xezzeyê telîn bike û destekên xwe ji operasyona Tofana Eqsayê re bidin li Entabê mîtîngekî mezin li dar dixe.
Gelek Misilman ji Entab û bajarên dinê ji bona ku qirqirin û komkujîya sîyonsîtan ku ji 7ê Cotmehê vir ve dabû destpêkirin telîn û protesto bikin, hatin qada mîtîngê.

Mîtînga destekê yê ku li herêma parqa otobûsên gerê yê Entabê tê lidarxistin, bi xwendina Qurana Pîroz ê ji teref Serokê Komeleya Entabê yê Weqfa Evîndarên Pêxember Muhammed Ata Yaçîn ve hat xwendin dest pê kir.
Di mîtînga ku di bin baranê de didome de, Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şehzade Demîr jî axavtinek li dar xist.

Mîtîng bi axavtina rayedarekî Fîlîstînî Macîd Ebu Hesen wê bidome û dûre jî Îlahîyatvan û Nivîskar Mehmet Goktaş Xoce xîtabê xelkê bike.
Bername ew ê bi îlahîyan bidome û bi duayê dawî bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şaxa Cîzîrê ya Weqfa Êtîman, bi nêzîkbûna zivistanê re sêwiyên navçeyê ji bîr nekir û bi temînkirina kinc û pêlavan, pêdiviyên zarokên sêwî yên hewcedar pêk anî.
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku di operasyonên lêgerîn û desteserkirinê yên li ser sînorê Colemêrgê de 258 kîlo û 999 gram narkotîk hatiye desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li Stenbol û Îzmîrê di operasyonên hevdem de bi qasî 7 milyon hebên maddeyên hişber hatine desteserkirin û 8 şikdar hatine girtin.
Ji ber barîna berfa zêde li Wanê, rêyên 102 gundan ji bo trafîkê hatine girtin.