Li navçeya Hesenqelaya Erziromê di mezinahîya 4,5an de erdhejek pêk hat
AFADê diyar kir ku li navçeya Hesenqelaya Erziromê di mezinahîya 4,5an de erdhejek hat qeydkirin.
Hat destnîşankirin ku erdhej di seat 04.30yan de 14,81 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye.
Derheqê encama erdhejê de daxuyanîyeke ji bo rewşeke xerab nehatîye dayîn.
Ji AFADê daxuyanî
Serokatîya Rewşa Lezgîn û Afetê li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got:
“Li navçeya Hesenqeleya Erzirome me di seat 04.30an de di mezinahîya 4,5an de erdhejek pêk hatîye, piştî erdhejê niha bûyerekî xerab çênebûye. Xebatên di sehayê de hêj berdewam dikin. Ji welatîyên me yên ku tesîrdar bûne re jî derbasî de.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, destnîşan kir ku heger PKK/YPG dîqetê hişyarîyan neke, “(Ew ê ku heq e) midexeleya leşkerî ye. Şam bi wan re xeber dide. Carkî ji wan re got, ew ê carekî dinê jî nebêje.”
Weqfa Karwana Hêvîyê, li Edeneyê ji endamên xwe yên ku perwerdehîya lêgerîn û xelaskirinê bi serfirazî temam kirin re sertîfîkayên wan dan wan.
Li Êlihê wesayît û mînîbûsa ku xwendekar di nav de bû li hev qelibîn, di encama qezayê de 20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn.
Li Bûrsayê balafira perwerdehîyê ket xwarê, di encamê de balafirvan birîndar bû.