Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîya El Sûdanî, daxuyand ku hejmarê nifûsa welatê 45 milyonî derbas kirîye.
Li Iraq û Herêma Kurdistanê piştî 27 salan cara yekem di navbera 20-23 Cormehê de li giştîyê welat jimara nifûs û qonitan hat kirin.
Sûdanî, daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist, di daxuyanîyê de destnîşan kir ku bi tevî biyanî û penaberan nifûsa Iraqê gihaştîye 45 milyon û 407 hezar û 895an.
Hat îfadekirin ku ji sedî 50,1ê nifûsê zilam in, ji sedî 49,8ê wan pîrek in, ji sedî 70,3yê li bajêr, ji sedî 29,7ê wan jî li qeza û gundan dijîn.
Li Herêma Kurdistanê jî rewş weha ye
Hejmara mêran, 3 milyon û 200 hezar û 506 kes, hejmara jinan, 3 milyon û 170 hezar û 162 kes, Rêjeya mêran li Herêma Kurdistanê ji sedî 50,4 yê jinan jî ji sedî 49,6 e.
6 milyon û 370 hezar û 668 kes li Herêma Kurdistanê dijîn.
Ji sedî 84ê xelkê li bajaran û ji sedî 16yê xelkê li gundan dijîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêya Riha-Wêranşarê ji ber barîna berfê zehmetîyan dide kişandin.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku li 18 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hatin lidarxistin, di encamê de 54 şikdar hatin qefaltin, ji wan jî 20ê wan hatin girtin, 11ê wan jî bi kontrola edlî hatin serbestberdan.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, di zîyareta ku li Qonyayê li dar xist de bernameyeke tijî li dar xist.