Li Meletîyê li tesîseke pîşesaziyê teqîn: 3 birîndar

Di encama teqîna kîmyewî ya ku di kargehekê de li Herêma Pîşesaziya Organîze ya 2yemîn a Meletîyê de qewimî de sê kes birîndar bûn.
Bûyer, derdora saet 14:40an de li tesîseke li Kolana 11emîn a Herêma Pîşesaziya Organîzekirî ya 2yemîn a Meletiyê qewimî.
Piştî teqînê, ekîbên îtfaîyeyê, ekîbên tenduristiyê û ewlehiyê ber bi herêmê ve hatin şandin û mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Hat ragihandin ku li dijî metirsiya rijandina kîmyewî li kargehê tedbîrên pêwîst hatine girtin.
Sedema teqînê hêna jî nayê zanîn, lê Walîtiya Meletîyê li ser medyaya civakî daxuyaniyek weşand. Walîtiya Meletîyê ragihand, "Li kargehekê ku li Herêma Pîşesaziya Organîze ya 2yemîn dixebite teqînek kîmyewî çêbû, di encamê de sê birayên me birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û dermankirina wan dest pê kiriye."
Di vê navberê de, Walîyê Seddar Yavuz cihê bûyerê lêkolîn kir û ji rayedaran agahî wergirt. Piştre ew li nexweşxaneyê serdana birîndarên teqînê kir û derbarê tenduristiya wan de agahî wergirt.
Yavuz diyar kir, "Li gorî muayeneyên destpêkê, ji bo birîndarên me talûkeya jîyanê tune ye." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Demîr got, “Divê di meseleya micadeleya bi bêrêtîyê de di bin bana Meclîsê de sîstemekî kontroleke tesîrdar bê tesîskirin û kontrolên ku têne kirin jî bi şeffafî ji raya giştî re bên parvekirin. Bi vê şeklê bila pêşîya neqanûnîyên ewakî bêne girtin; bila malê êtîman neyê xerckirin.”
Li navçeya Bodrûma Mûxlayê 20 koçberên ku di nav bota lastîk de bûn hatin xelaskirin.
Li navçeya Battalgazîya Meletîyê qamyonek û teraktorek li hev qleibîn, di encama qezayê de şofêrê teraktorê canê xwe ji dest da.