Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 5 birîndar
                        
                        Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê wesayîtek û qamyonetek li hev qelibîn, di encama qezayê de 5 kesan birîndar bûn.
Qeza, di derdorê seat 18.30yan de li alîyê gundê Ozalê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 54 AHS 187yê ku di bin îdareya A.G. de bû û diçû balafirgehê, li qamyoneta bi plaqeya 23 FV 212 yê ku di bin îdareya H.T. de bû qelibî.
Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê H.T. û A.L, B.T, H.T. û H.T. yên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên cuda re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Xwediyên pez ku nêzîkî çar mehan e ji ber nexweşiya dev û lingan girtî ye li ber bazara heywanan a Dîyarbekirê kom bûn, û rê girtin û xwestin ku bazar were vekirin, û bang li rayedaran kirin ku tedbîran bigirin.
Piştî hilweşîna îskeleyek li ser avahiyek 10 qatî ya li Edeneyê, du karker çend metreyan li erdê ketin. Karkerek mir û yek jî bi giranî birîndar bû.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan li Stenbolê bi endamên Buroya Sîyasî ya HAMASê re civîya.
Li navçeya Sindirgiya Balikesîrê di seatên serê sibehê de di mezinahîya 4,2yan de erdhejek rûda.