Li Mêrdînê di navbera du koman de şerê çekdarî: 1 mirî, 6 birîndar

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de kesek canê xwe ji dest da, 3 jê giran 6 kes jî birîndar bûn.
Şer, li Taxa kişlaya Nisêbînê çêbû.
Di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nediyare gengeşî derket, dûre ew gengeşî bi derxistina çekan ji şerê çekdarî re vegerîya.
Di encama şerê ku pêk hat de; Mesut E. (44), Diyar E. (20), Murat E. (36), Furkan B. (20), Süleyman B. (30) û Baran A. (18) birîndar bûn, Selman B. (24) jî canê xwe ji dest da.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneyên Dewlet ên Qoser û Nisêbînê re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku ji birîndaran rewşa 3 heban giran in.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Êtîman bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek parve kir û diyar kir ku li tevahiya alema Îslamê şahiya eydê derbas dibe, ji ber qetlîam û qirkirina li Xezzeyê dewam dike ev şahî ji xemgîniyê ye veguherî ye.
Serokatîya Karên Dîyanetê, bajêr bi bajêr seatên nimêja Eydê daxuyand. Wê li her bajarî seat ne wek hev bin.
Yekîtîya Aliman û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA), bi minasebeta Eyda Remezanê peyamek belav kir, di peyama ku belav kir de bal li ser rewşa li Xezzeyê û alema Îslamê ku di nav de ne kişand.
Li navçeya Dînara Efyonê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.