Li Mêrdînê di tankera sotemenîya tirê de teqîn: 7 birîndar

Li navçeya Artukluya Mêrdînê di depoya sotemenî ya tankerê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 7 kes birîndar bûn.
Bûyer, di nav Sîteya Senayî ya li Taxa Ofîsê de pêk hat.
Li gorî agahîyan di depoya sotemenîyê ya tirekî de ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqînek pêk hat.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ambûlans, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
Di encama teqînê de B.T. (10), H.T. (33), E.T. (5), M.T. (43), O.T. (29), A.T. (35) û H.T. (60) yên ku di nav û derdorê tirê de bûn birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hatin rakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevk û Parlamenerê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli û lijneya bi wî re, li Herêma Kurdistanê çend zîyaretan li dar xist.
Piştî erdheja ku li Efxenistanê pêk hat ji teref AFAD û Hîva Sor ve amûrên alîkarîya însanî hatin amadekirin, alîkarî bi balafira kargoyê ya ji tîpa A400M a aîdê Fermandarîya Hêzên Hewayê ve hat birin.
Li navçeya Sirûca Rihayê di seatên serê sibehê de otobûseke rêwîyan qeza kir û qelibî, di encama qezayê de 27 kes birîndar bûn.
Wezîrê Daristan û Çandinîyê Îbrahîm Yumakli, daxuyand ku 14 xirbeyên dinê jî ku ji ber nexweşînê hatibûn girtin hatin vekirin.