Li navçeya Artukluya Mêrdînê di navbera du koman de bi çek û kêran şer derket, di encamê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Bûyer doh danê êvarê li Kolana SSKê ya navçeya Artukluyê ya navenda Taxa Yenîşehîrê pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin nîqaşa di navbera her du koman de bi lez û bez derketîye şerê bi çek û kêran.
Di encama şer de S.K. (40), B.A. (20) û F.B. (18) birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristiyê û polîs hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê re hatin rakirin.
Ji birîndarên ku dihat dermankirin B.A. tevî hemû mudaxeleyan jî ji ber guleya li serê wî ket canê xwe ji dest da.
Teqîqata derheqê bûyerê de hatîye destpêkirin berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli û heyeta li gel Komîsyona Erdhejê ya HUDA PARê li Semsûrê mexdûrên erdhejê ziyaret kirin û li pirsgirêk û derdên welatîyan gohdarî kirin.
Wekîlê HUDA PARê Faruk Dînç û heyeta pê re li Hetayê bi welatîyên ku ji ber erdhejê zirar dîtine li bajarên konteyniran dimînin re hatin cem hev, li daxwazên wan gohdarî kirin û pêşniyarên çareserîyê nirxandin.
Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê ji bo 100 malbatên sêwî û feqîr ên li bajêr dijîn goştê sor belav kir.