Li peravên Îzmîrê 35 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
35 koçberên neqanûnî yên ku li peravên navçeya Çeşmeya Îzmîrê ji ber ku motora bota wan xera bûbû di nav avê de diherikîyan, ji teref ekîbên Ewlehî ya Sehlê ve hatin xelaskirin.
Derheqê bûyerê de ji teref Fermandarîya Ewlehî ya Sehlê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji wan re xeberek hat şandin ku di nav behrê re botekî ku di nav de koçberên neqanûnî hene motora bota wan xera bûye.
Ji ber vê yekê fermandarî dest bi xebatê kirin û ji herêmê re ekîban şandin.
Di encama xebata ekîban de 3 jê zarok 35 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin.
Hat hînbûn ku koçberên hatine xelaskirin ji Midûrtîya Îdareya Koç a Bajêr re hatin teslîmkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Erdexanê berf barîya, ji ber barîna berfê navenda bajêr spî bû û bi berfê xemilî.
Wezareta Parastin a Netewî, daxuyand ku li ser Behra Reş ÎHAyek hat tespîtkirin û di bin çarçoveya prosedûrên rûtîn de hat şopandin.
Servîsa meteorolojiyê ji bo gelek parêzgehan ji herêma Marmarayê bigire heta Rojhilatê Anadoluyê hişyariya baranê da. Li deverên bilind ên herêma rojavayê Behra Reş tê texmînkirin ku berf pir bibare, her wiha li deverên hundir ên Behra Spî jî tê texmînkirin ku bayên bihêz çêbibe.