Li Qocaelîyê di şewata febrîqeyê de kesek canê xwe ji dest da, 2 karker birîndar bûn
Li navçeya Korfez a Qocaelîyê di febrîqeyeke boyaxê de şewat derketibû di encama wê şewatê de kesekî canê xwe ji dest da, 2 karker jî birîndar bûn. Şewata ku derketibû bi midexeleya qasî 3 saetan hat kontrolkirin.
Hat destnîşankirin ku di encama xebatên vemirandinê de agir di saet 14.00an de bi temamî hat vemirandin.
Hat îfadekirin ku 2 karker ji dûmanê tesîrdar bûn û bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Ekîbên îtfaîyeyê yên ku piştî xebatên sarkirinê di febrîqeyê de lêkolînan kirin, cenazeya S.S. dîtin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karkerên înşaetê yên ku di germahiyên digihîje 45 pileyan de dixebitin, diyar kirin ku ew ji ber germahiya bilind, nebûna ewlehiya cihê kar, şert û mercên dijwar ên xebatê û mûçeyên kêm rastî zehmetiyên mezin hatine.
Li navçeya Keferdîza Meletîyê, li alîyê daristanê şewat derket, ekîbên îtfaîye û daristanê midexele kirin.
36emîn Lûtkeya Serokan a NATOyê îro li Qesra Serokkomariyê ya li Enqereyê dest pê dike.