AFADê, diyar kir ku li navçeya Hemşîna Rîzeyê di mezinahîya 4,7an de erdhejek pêk hat.
Piştî erdheja ku di mezinahîya 4,9an de li Meletîyê pêk hat, erdhejekî dinê jî li Rîzeyê çêbû.
Ji teref Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afetê (AFAD) ve hat diyarkirin ku li navçeya Hemşîna Rîzeyê di mezinahîya 4,7an de erdhejek pêk hat.
Erdhej di seat 12.02yan de 12, 85 kîlometre di bin erdê de pêk hat.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got:
Li Hemşîna Rîzeyê di mezinahîya 4,7an de erdhejek pêk hatîye, derheqê erdhejê de ekîbên me yên AFADê û sazîyên eleqedar bi lez û bez dest bi lêgerîna sehayê kirine. Erdheja ku pêk hat li bajarên derdorê jî wek Artvîn, Bayburt, Erzirom û Trabzonê jî hat hîskirin.
Li gorî diyarîyên ewil heta niha bûyerekî çênebûye. Ji ber tirsê 2 bangên tenduristîyê hatîye standin.
Ez ji welatîyên me yên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re daxwazîyên xwe yên derbasîyê pêşkêş dikim.
Xwedê wekatê me û gelê me ji afetan mihafeze bike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr di civîna çapemenîyê ya ku li Meclîsê hat lidarxistin de weha got: "Divê were zanîn ku hemû siyasetmedarên ku meseleya kurd ji bo berjewendiyên partîtî û berjewendiyên xwe îstismar dikin, zirarê didin vî welatî. Divê êdî destûr neyê dayîn ku meseleya Kurd bi amûran re were sazkirin."
AFADê diyar kir ku li navçeya Doganşehîrê di mezinahîya 4,9an de erdhejek pêk hat.
Li Qersê wesayîtek gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.