Li navçeya Wêranşara Rihayê di navbera du koman de bi çekan şer derket û 4 kes birîndar bûn.
Bûyer, di seetên nîvroyê de li ceddeya Qerejdaxê pêk hat.
Li gorî îddîayan, di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nedîyare bi gotinan nîqaş derket û di demek kurt de çek hatin derxistin.
Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê û polês hatin sewqkirin.
Di encama bûyerê de 4 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Nûnerên Weqfan, banga tevlêbûna bernameya Mewlida Nebî ya ku wê ji aliyê Weqfa Evîndarên Pêxember ve roja Yekşemê li Diyarbekirê bê lidarxistin, kirin.
Weqfa Êvîndarên Pêxember, diyarkir ku Şaredarîya Mezina Diyarbekirê soza xwe ya “tehsîs kirina otobusên bêpere” ya ji bo Mewluda Nebî negirtîye.
Li Eskîşehîrê, şexsê dixwest ku Ala Tewhîdê ya di destê kesê ku ji meşa piştgirîya Filistînê de vedigerîya bi zorê bistîne hat girtin.
Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli ragihand ku wê îro pereyên desteka çandiniyê li hesaban bê razandin.