Li Safranboluyê 3 kesê bi çek û rûpoş ji dikanekî zêrfiroş 20 kîlo zêr dizîn û revîyan.
Li Safranboluyê navçeya Karabukê li zêrfiroşekî talan hat kirin.
3 diz, bi çekan ketin nava dikaneke zêrfiroş, 20 kîlo zêr dizîn û ravîyan.
Ji teref Walîtîya Karabukê daxuyanî hat belavkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin,
“Di encama xebatên ku ji aliyê hêzên me yên hiqûqî ve hatin meşandin; Li qadeke vekirî di demeke kurt de 2 çekên ku tê texmînkirin di diziyê de hatine bikaranîn, çenteyeke piştê ku tê de zêr û hinek zêrên ku tê îddîakirin ji çenteyê din ketiye, hatin desteserkirin.
Operasyona berfireh a ji bo girtina kesên dizî kirine û derbirîna edliyeyê hatiye destpêkirin berdewam dike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Elî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir ragihand ku, di encama operasyonên bi navê “Gurz-37” an a di 41 bajaran li dijî PKK/KCKyê hat kirinde 147 şikdar hatin girtin.
Pisporê Cerahiya Giştî Omer Faruk Aydogan ê ku bi rêya Weqfa Êtîman çûbû Xezeyê û 2 hefte emeliyatan kir, ji pirsa çapemeniyê ya, “Ma hûn ne tirsîyan?” got, “Me xwe spart Xweda û çûn. Di rêya Qudsê de şehîdbûna ji bo Mescida Eqsayê ji bo me merteba herî mezin e."
Rêziknameya Guhertina Rêziknameya Giştî ya Der barê Îmtîhanên ku ji bo kesên ku di meqamên dewletê de cara ewil e wezîfedar kirin bên kirin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.