Li ser Rêya Marmaraya Bakur otobûs qulipî: 3 mirî, 20 birîndar

Li ser Rêya Marmaraya Bakur otobûseke rêwîyan qulipî. Di qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.
Qeza, di seat 06.30yan de li ser rêya Edîrneyê pêk hat. Li gorî agahîyan otobûsa bi plaqeya 60 TY 228 li gîşeyên Sancaktepe Yenîdoganê di vîrajê de qulipî û bi vê şeklê qeza pêk hat.
Hat îfadekirin ku ji 35 rêwîyên ku di nav otobûsê de bûn 3 kesan canê xwe ji dest dane, 20 kesên dinê jî birîndar bûne. Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, polês û îtfayeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Walîtîya Stenbolê derheqê qezayê de daxuyanî da û weha got, “18.08.2025 Roja Duşemê di seat 06.15an de li alîyê taxa Paşakoya navçeya Sancaktepeya ser Rêya Marmaraya Bakur-Stenbolê otobûseke rêwîyan, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir û li barîyeran qelibî.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li peravên Karaburuna Îzmîrê keleka ku koçber di nav de bûn bin av bû, çar kes mirin, 2 kes sax filitîn.
Bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” ku her sal ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li gelek bajar û navçeyan tê organîzekirin, li Uskudara Setnbolê jî hat tertîpkirin.
Li gorî agahiyan, agirê ku doh li taxa Celkê ya navçeya Licê ya Dîyarbekirê derketibû, piştî ku ekîban bêyî ku hewlên vemirandinê temam bikin ji herêmê derketin, û şewat jî dîsa pêket.