Li Şirnexê di malekî de şewat derket, 5 jê zarok 7 kesên ku ji dûmanê tesîrdar bûn ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Li navçeya Sîlopîya Şirnexê di nav malekî de şewat derket.
Şewata ku li Taxa Barişê di nav malekî de ji ber sedemeke ku hêj nediyare derket, di demeke kurt de mezin bû.
Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Şewat, ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hat vemirandin.
Di encama şewatê de 5 jê zarok 7 kesan ji dûmanê tesîrdar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Di nav mala ku şewitî de tiştekî nema û derheqê sedema derketine şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Betlaneya yekemîn a navberê ji bo xwendekarên bi milyonan, îro dest pê dike û di 18ê Mijdarê de dawî dibe.
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di encama qezaya ku wesayita ji kontrolê derketibû de li kerba parkkirî qelibî, ji heman malbatê 4 kes birîndar bûn.
Karwana Hêvîyê ya Entabê ji ber demsala zivistanê di navbera xêrxwaz û malbatên mihtac de wezîfeya xwe ya pirbûnê didomîne.