Li Tokatê du wesayît li hev qelibîn: 4 mirî, 2 birîndar

Li navçeya Zîleya Tokatê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de çar kesan canê xwe ji dest dan, du kes jî birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya ku Zîle û Çekerekê girê hev dide pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîtên bi plaqeyên 16 BMT 901 û 60 AFZ 583 ku nasnameya şofêrên wan nehatin hînbûn serî li serî li hev qelibîn.
Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de çar kesan li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan, du kes jî birîndar bûn.
Welatîyên ku qezayê dîtin xeberê ji ekîban re şandin û li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîye hatin sewqkirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Êlihê çend roj ma ku debra garisan were kirin, îsal rekolteyek baş tê hêvîkirin. Encax Serokê Şûbeya Êlihê yê Odeya Endezyarên Zîraetê Ebûbekîr Dogan, diyar kir ku ji ber malîyetên hilberînê cotkaran jî li hêvîya fîyetekî baş in.
Li navçeya Qosera Mêrdînê di navbera du koman de bi çekan pevçûn derket, di encama pevçûnê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Li Sêrtê 3 zarok ketin nav ava Kezerê û winda bûn, zarokek bi îmkanên xwe ji avê derket û yekî dinê jî bi midexeleya ekîban derket, lê hêna jî zarokekî dinê winda ye.