Li Zeytînbûrnûya Stenbolê avahîyekî hilweşîya: 3 wesayît bûn xwelî
Li Zeytînbûrnûya Stenbolê avahîyekî ku di çarçoveya veguherîna bajarê de hatibû valakirin bana wî hilweşîya. Parçeyên ku ji avahîyê ketin xwarê, li ser serê wesayîtan ket û wan belawela kir.
Bûyer, doh di saet 23.00an de li Kolana 57emîn a Taxa Yeşîltepeyê pêk hat.
Hat îfadekirin ku avahî ji xwe di çarçoveya veguherîna bajarê de hatibû valakirin û derî û pacên wî jî hatibûn derxistin. Avahî 5 qatî bûye û ji hêla banê ve hilweşîn çêbûye.
Di encamê de 3 wesayît di bin parçeyên banê de mane û bûne wek xwelîyê.
Ji ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê re xeber hatin şandin û ew ji herêmê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî nirxandinên dawîn ew ê îro li giştîyê welat germahîya hewayê, li ser pileya demsalê be.
Li peravên Çeşme û Menderesê 79 koçberên neqanûnî hatin qefaltin.
35 koçberên neqanûnî yên ku li peravên navçeya Çeşmeya Îzmîrê ji ber ku motora bota wan xera bûbû di nav avê de diherikîyan, ji teref ekîbên Ewlehî ya Sehlê ve hatin xelaskirin.