Li navçeya Sasona Êlihê qezayeke trafîkê pêk hat, di encamê de 7 kesên ku di nav wan de zarok jî hene giran birîndar bûn.
Qeza, li nêzê gundê Dereyê pêk hat, li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin şofêrê pîqabê hakimîyeta dîreksîyonê wnda kirû pîqab gêr bû.
Piştî qezayê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî, cenderme û AFADê hatin sewqkirin, mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatine sewqkirin.
Hat hînbûn ku rewşa birîndaran giran in. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî qezayên ku li ser rêya Xarpêtê pêk hatin li navçeya Bismilê jî 4 wesayît li hev qelibîn. Di encama qezaya zîncîrî de 7 kes birîndar bûn.
Li Palandokenê aşît ket xwarê û di encamê de 5 kes birîndar bûn, dema ketina aşîtê jî bi kameraya telefona destan hat kişandin.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, diyar kir ku li dijî PKK/KCK operasyon hatin lidarxistin, di encamê de 40 şikdar hatin binçavkirin.
Li Dîyarbekirê ji ber mija gurr li ser pira Devegeçîdîya Çarrêya Seyrantepeyê 13 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 8 kes birîndar bûn.