Îbrahîm Kizmazê xwedîdozvanekî mezin ku bi navê “Îbrahîm Xoce” tê naskirin, di salvegera 33 sal in ku ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin de ji teref hevaldozên wî ve li ser gora xwe hat yadkirin.
Îbrahîm Kizmaz Xoce ku teblîxwanê Îslamê û xwedîdozvanekî mezin bû, 33 sal berê îro, ji bona ku ji doza Îslamê re xizmetê dikir ji teref PKKê ve hat qetilkirin.
Îbrahîm Xoce ku di salvegera 33yemîn a qetilkirina xwe de ji teref hevaldoz û xizmên xwe ve li ser gora xwe ya li navçeya Nisêbînê hat yadkirin, carekî dinê jî ji teref hezkirîyên xwe ve bi xemgînî hat yadkirin.
Hevaldozê Şehîd Îbrahîm Xoce Veysî Ozel, îfade kir ku şehîd Îbrahîm Xoce digel gelek tehdîdên neyarên Îslamê dîsa jî ji doza xwe tawîz neda û bi cesûrî di rêya Xwedê de micadeleyê kir.
Ozel, îfade kir sê taybetmendîyên ku Îbrahîm Xoce derdixe pêş, alimbûn, cesûr û civakîbûnîya wî bû, “Şehîd Îbrahîm Xoce, însanekî ku xwe gelek perwerde kiribû bû. Bi rastî gelek zor e ku em di nav çend deqîqeyan de qala Şehîd Îbrahîm Xoce bikin. Sê taybetmendîyên Îbrahîm Xoce hebûn; Ew alim bû, cesûr bû û li cem vana jî civakvan bû yanê bi mirovan re gelek eleqedar bû. Ew însanekî ku di dewra xwe de tu tawîzan nedida bû. Ew bi şiûra xizmetkirina ji Îslamê re daîma di nav tevgerekî de bû. Heta şehadeta xwe jî di nav vê micadeleyê de bû. Ew xwedî zimanekî şîrîn bû. Dema ku bi mirovekî re xeber bidana wî mirovê îqna dikir. Jiyana xwe jî bi şekleke mutewazî derbas dikir.”
Ozel, “Micadeleya ku Îbrahîm Xoce di salên 1990îyan de dabû ne micadeleyekî ku em bi çend gotinan qal bikin e. Çîmkî di wê dewrê de qalkirina Îslamê, lîbasekî wek agirê bû. Ew tu dem digel zext û zordarîya dijminên Îslamê ji doza xwe tawîz neda. Digel gelek tehdîdan doza xwe di nav eşqekî de dimeşand.”
Îbrahîm Xoce, di 6ê Çileya sala 1992yan de li Nisêbînê dema ku ji dibistana ku wezîfeyê dikir derdiket ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî li Kullîyeya Serokkomarîyê qebûl kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, wê li ser daweta Serokkommarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve îro were Tirkîyeyê.
Li Wanê ji seatên êvarê ve berf tesîrdar bû û bajarê spî kir. Ji ber barîna berfa zêde ji bi sedan rêyên îskanan ji çûnûhatinê re hatin girtin, li navçeyekî jî ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.