Mele Sahap Korkutata: Meha Sibatê dîrokekî ku nayê jibîrkirin e

Mele Sahap Korkutata ku li herêmê alimekî navdar e, bal li ser ehemmîyeta meqama şehadetê kişand û got ku şehîd li cem Xwedê zindî ne.
Gelek rêberên tevgera Îslamî di meha Sibatê de şehîd bûn. Ji ber ku Hesen El Benna, Atif Xoceyê Îskîlîpî, Metîn Yuksel, Malcom X, Abbas Musawî, Zelîmxan Yandarbîyev û yên dinê di meha Sibahê de şehîd bûne ji vê mehê re tê gotin “Meha Sibatê Meha Şehadetê”
Korkutata derheqê vê mehê de ji ÎLKHAyê re axivî û weha got, “Xwedê Teala ji însanên ku di rêya wî de can dane re meqama şehadetê daye. Wan însanan wisa bûne ku êdî ew nayên şûştin û nimêja wan a cenazeyê jî nayê kirin. Ew rasterast însanên ku ji teref Xwedê ve hatine xelaskirin û gihaştine hizûrê ne.”
“Meha Sibatê mehekî bibereket e”
Korkutata bal kişand ku di dîrokê de daîma di meha Sibatê de şehîd çêbûne, “Me di meha Sibatê de gelek şehîdan daye. Yanê hem di dîroka me de hem jî di dîroka berê de şehîdên me hene. Çawa ku Quran di şeva Qedrê de hatîye û çawa ku Pêxemberê me di şeva roja Duşemê de hatîye dinyayê û wan rojan ji bo ummetê muhîm bûne, meha Sibatê jî ji bo ummetê ewakî ye.”
“Meha Sibatê dîrokekî ku nayê jibîrkirin e”
Ji ber ku meha Sibatê demekî bibereket e ew ê şehîdên vê mehê jî neyên jibîrkirin, “Meha Sibatê demekî wisa bibereket e ku hem meha Sibatê bi xwe bereket bûye hem jî ummet bibereket bûye. Ev jî heye ku meha Sibatê dîrokekî ku nayê jibîrkirin e. Çîmkî ev di Misilmanan de exlaqekî ye. Misilman şehîdên xwe bîrva nakin.”
“Me şehîdên xwe bîrva nekirîye û em ê bîrva nekin jî”
Mele Korkutata bal kişand ku şehîd ji bo ummetê vejînek e, “Me ji Habîl heta niha tu şehîdekî xwe jî bîrva nekirîye. Me çi Hemzeyên xwe bîrva kir, çi Habîlên xwe bîrva kir, me çi Seîdên xwe bîrva kir û çi jî Omer Muxtarên xwe bîrva kirîye. Em ê vana bîrva nekir. Çîmkî Xwedê ezzewecelle di ayeta xwe de weha dibêje, ‘Wan mirî nehesibînin’ ew li axiretê zindî ne, dijîn. Li heyata dinê jîyana wan ji bo me jîyan e. Şehadeta wan ji bo me vejînekî ye. Ji ber vê yekê ye ku ev rastî ji me re destekê dide. Yanê şehîd ummetê vejîn dikin, wan şîyar dike û wan qewettir dike. Ev bereket bereketa şehadetê ye.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Xelîlîya Rihayê ji malekî re bi çekan êrîş hat lidarxistin, di êrîşê de mêr û jinekî canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Herêma Kurdistanê zîyaretan pêk anît, di zîyaretê de Serokê Giştî yê PDKê Mesud Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hat cem hev.
Welatîyên ku li Taxa Gultepeya Êlihê dijîn, destnîşan kirin ku her şev li hember sîteye wan mirovan bi wesayîtên xwe têne û bi dengên bilind kilama gohdar dikin, eraq û tiryakê dixwin, bi vê şeklê jî derdorê xwe aciz dikin.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, di peyama xwe ya derheqê salvegera 33emîn a Qetlîama Xocalîyê de weha got, “Ez ji gelê Ezerbaycana ku di rojên baş û xerab de wek bedenekî ne re şîna xwe pêşkêşî dikim.”