Endamê Sazîya Bireveberîya ÎTTÎHADUL ULEMAyê Remzî Uçan derheqê sê mehên bimbarek ku bi sersala nû bikevin navê de axivî û destnîşan kir ku di van mehên ku firsedin de bi tevî îbadetan divê dua û îstîxfar jî bêne kirin.
Mele Remzî Uçar derheqê ehemmîyeta sê mehan de axivî û ji bo muminan jî tewsîyeyan da ku bila van mehên firsed baş derbas bikin, çîmkî îbadetên ku bêne kirin mirovan nêzê Xwedê dike.
Uçar destnîşan kir ku divê di van mehan de pirî caran Quran bê xwendin, di serî de ji bo Xezzeyê bi giştî ji bo ummeta Îslamê dua bê kirin, divê mirov berê xwe bide Rebbê xwe û ji wî re tobe û îstîxfar bike, “Van mehên Receb, Şeban û Remezanê ji bo me firsed in. Van sê mehan ji bo me muminan firsedên herî mezin in. Van firsedan firsedên wisane ku dibe careke din em di jiyana xwe de rastî wan nebin. Di vê çarçoveyê de divê em van sê mehan bi îbadetê û nêzbûna ji Xwedê re binirxînin. Lazim e ku em di nav van mehan de ji mehên dinê zêdetir îbadetan bikin, Quranê bixweyînin û xwe bi zikrê meşgul bikin.”
“Divê em di van mehan de ji bona ku xûşk û birayên me yên Xezzeyî û Filistînî bighêjin zeferê duayan bikin”
Mele Uçar destnîşan kir ku ji îbadetan yek jî eve ku di van mehan de bêne kirin muhasebekirina nefsa xwe ye, “Dîsa di van mehan de divê Misilman muhasebeya nefsa xwe bike. Mirovê Misilman; di warê ‘Gelo min çi kirîye, min ji bo riza Xwedê çi kirîye û di kîjan meseleyan de teqsîrên min hebûne’ de nefsa xwe bike hesabê. Pêxemberê me selat û selam li ser wî be di hedîsên xwe de weha dibêje; ‘Mirovê aqilmend ew e ku nefsa xwe dike hesabê û ji bo piştî mirinê jî emelan dike’ divê em jî di van sê mehan de muhasebeya nefsa xwe bikin. Divê em xwe bikin hesabê ku gelo min û bi tevî malbata xwe me çi kirîye, ecêb tiştên ku Xwedê ji me razîye me kirîye an jî na.”
Remzî Uçar, “Qurana Pîroz di van sê mehan de nazil bûye. Ji bo xatirê van mehan mirovên ku nizanin Quranê bixweyînin divê xwe hînê Quranê bikin. Çîmkî Pêxemberê me weha dibêje ‘Bixêrtirê we ew e ku Quranê hîn dibe û dide hînkirin’. Dîsa divê em di van mehan de duayan kêm nekin. Bi taybetî jî divê em xûşk û birayên xwe yên Xezze û Filistînê bîrva nekin, ji bona wan divê em destê xwe vebikin û ji Xwedayê xwe re eczîyeta xwe nîşan bidin, ji bona ku ew bighêjin zeferê duayan bikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr li Meclîsê daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist û got, “Meseleya Kurd ku yek birînên civakê ku demeke dirêj e xwîn diherikîn e, divê êdî di bin sîya şer û hesabên siberoja sîyasetê de neyê hiştin, ji sîyaseta îstîsmarkirinê re neyê leyîstikkirin. Divê meseleya Kurd, di bingeha welatîbûna wekhev de ji ewlehîya makeqanûnê re bê kirin û bi mayînde bê çareserkirin.”
Serokatîya Karên Hiqûqê û Mafên Însanan ê HUDA PARê, daxuyand ku ew ê li Dîyarbekirê di navbera 15-16ê Sibatê de li Dîyarbekirê “Komxebata Kurdî” ku gelek mirov beşdarî bibin tertîp bike.
Karwana Hêvîyê bi minasebeta Şeva Regaîbê û destpêkirina 3 mehên pîroz li Wanê ji malbatên hewcedar re goştê sor da.
Li Sandikliya Efyonê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de 2 kesan canê xwe ji dest dan, kesekî jî birîndar bû.