Mesrûr Barzanî û Alparslan Bayraktar li ser îxracata petrola Kurdistanê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazîya Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar kir û di wê hevdîtinê de derheqê rakirina astengiyên li pêşiya îxracata petrola Kurdistanê ya li ser rêya Bendera Ceyhanê gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar û lijneya bi wî re pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de meseleyên weke peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkîyê, bihêzkirina hevkariyên di warê enerjiyê de û rakirina astengiyên li pêşiya îxracata petrolê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihandin, her du alî li ser wê yekê li hev kirine ku di zûtirîn dem de karê hevbeş ji bo destpêkirina îxracata petrola Kurdistanê ya li ser rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê bê destpêkirin.
Ji nû ce destpêkirina îxracata petrolê, ji bo pêşveçûna abûrîya Herêma Kurdistanê û Iraqê gelek muhîm e. Hevkariya enerjiyê ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de wek gaveke stratejîk tê dîtin ku ew ê bibe sedema aramiya aborî ya herêmê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Cemîyeta Mistezefan, bi minasebeta “Hefteya Mistezefan a Cîhanê” ya ku di navbera 16-23yê Adarê de tê bîranîn ve daxuyanîyeke niviskî belav kir.
Li navçeya Xelîlîya Rihayê 2 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn.
Tirkîye wê sibe şûnve bikeve bin tesîra hewaya sar û şilî ya ku ji alîyê Balkanan ve were. Ew ê germahîya hewayê roja sêşemê ji alîyê bakurrojava, roja çamşembê jî li giştîyê welat 10 û 15 pile kêm bibe.