Mêvanên ku ji welatên cuda hatin bernameyê: Me coş û beşekî ewakî texmîn nedikir

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Dîyarbekirê bernameya Mewlûda Nebî hat tertîpkirin, ji bernameyê re Misilmanên ji welatên cuda jî beşdarî bûn, mêvanan anîtin ziman ku ew coş û beşekî ewakî texmîn nedikirin, ji Weqfê re teşekûr kirin.
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve her sal li Dîyarbekirê û bajarên cuda Mewlûda Nebî tê tertîpkirin, ev bername jî her sal bi temayekî cuda tê pêşkêşkirin, îsal jî temaya bernameyê wek “Rêberê Berxwedanê Hezretî Muhammed” hat hilbijartin.
Gelek rayedaran cîhanê beşdarî bernameyê bûn.
Bayram Îbrahîmov û Muhammed Necaşî ku ji Makedonyaya Bakur û Etîyopyayê beşdarî bûn, kêfxweşîyên xwe yên ji bernameyê anîtin ziman û ji yên ku bernameyê tertîp kirine re teşekûran kirin.
“Divê bernameyên ewakî tenê ne li Tirkîyeyê li çar alîyê cîhanê bên lidarxistin”
Bayram Îbrahîmov ku ji Makedonyay Bakur beşdarî bernameyê bû weha got, “Tertîpkirina bernameyekî ewakî me gelek kêfxweş dike. Hezkirina ku me ji Makedonyayê anîtîye li vê derê hezkirina ji Pêxember re ye. Ev bû du sal in beşdarî van bernameyan dibim. Îsal bernameyekî cudaye. Em ji alîyekî bi hezkirina Pêxemberê xwe kêfxweş in lê ji alîyê dinê jî ji ber zilma ku xûşk û birayên me yên Filistînî dijîn xemgîn in. Xwedê yekîtî û hevrebûnîya me daîm bike. Ji bona ku ji zilmê de bi lez û bez bê ‘bisekine’ divê em dua ji Xwedê re bikin. Bi rastî jî divê bernameyên ewakî tenê ne li Tirkîyeyê li çar alîyê cîhanê bên lidarxistin. Xwedê ji wan kesên ku vê bernameyê tertîp kirine razî be, Xwedê ji yên ku me dawetî bernameyê kirine razî be.”
“Ji yên ku bernameyê tertîp kirine re teşekûr dikim”
Muhammed Necaşî ku li Tirkîyeyê di warê Minasebetên Navneteweyî de lîsansa bilind dike û ji bernameyê re dawetvanekî taybet e weha got, “Ez îro bi hatina xwe ya li vê derê hîssekî cuda dijîm. Min hêvî nedikir ku brenameyekî ewakî bê tertîpkirin. Li vê derê rojbûna emîrî Pêxemberê me tê pîrozkirin. Em qala sîyer û jîyana wî dikin. Bi tevî vêya em xûşk û birayên xwe yên Xezzeyî jî yad dikin. Heger tiştek ji bo wan ji destê me neyê jî em ê dua bikin. dema ku ez li dîmenên Yahya Sînwar û Îsmaîl Henîyye dinêrim wisa dibînim ku ew li me dinêrin. Bi îzna Xwedê dema ku li qîmayetê ew ji me bipirsin gelo we ji bo me çi kirîye. Wê bersivekî me hebe.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji teref MEBê ve ji bo sala 2025an 15 hezar mamosteyên wê bên tayînkirin serlêdan îro dest pê kir. Ji bo 15 hezar mamosteyan 76 branş hat diyarkirin.
Bernameya Mewlûda Nebî ya ku bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hezretî Muhammed” ve li Dîyarbekirê hat tertîpkirin, bi beşdarbûna bisedhezaran mirovan dawî bû. Di axavtinên ku li bernameyê hatin kirin de bal hat kişandin ku qirkirina li Xezzeyê bi şiûra cîhadê ya Hezretî Muhammed ve wê bidawî bibe, bi vê şeklê ji alema Îslamê û serokên Misilmanan re bangên muhîm hat kirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu beşdarî bernameya Mewlûda Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Dîyarbekirê hat tertîpkirin bû û weha got, “Heger em li derdorê Resûlê Xwedê bicivin, xwe bi sunneta wî re girê bidin, di rêya ku ew nîşanê me daye de bimeşin wê îzzetê bibînin, ji van zilman jî xelas bibin.”