DILKURDa ku bi xebatên zimanê Kurdî tê nasîn nûnertîya xwe ya li Amedê bi merasîmekê vekir.
Yekîtîya Dildarên Kurdî bi beşdarbûna Serokê Giştî Fewzî Bulgan li Amedê nûnertîya xwe vekir. Gelek nivîskar, sazîyên sîwîl, partîyên siyasî û ronakbîr beşdarî merasîma vekirina nûnertîyê bûn.
Kesên ku beşdarî merasîmê bûn ji bo rayedarên DILKURDê serkeftin daxwaz kirin û gotin ku ew hêvî dikin ev nûnertî bibe wesîleya gelek xizmetên di ber zimanê Kurdî de.
Serokê Giştî yê Yekîtîya Dildarên Kurdî Fewzî Bulgan di axavtina xwe ya ku kir de malavabûn û dilxweşîyên xwe ji bo mêvanan anî zimên û got ku ew ê bênavber ji bo zimanê Kurdî xizmetê bikin.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Betlaneya mektebê ya 9 rojî qediya. 20 milyon xwendekar piştî tatîlê îro dest bi mektebê kirin.
Rûniştina KPSS Pêşlîsans a ku ji teref Navenda Bicîkirin, Bijartin û Pîvandinê ve hat tertîpkirin xelas bû.
Hat ragihandin encamên bicîkirinên yên YKSyê hatin daxuyandin.
Îmtîhana Hilbijartina Personelên Kamûyê ew ê îro bi rûniştinên Çanda Giştî û Qabilîyeta Giştî û bi zanistên perwerdehîyê dest pê bike.