Namzedên Hecê: Duayên me yên ewil ew ê ji bo zefera Xezzeyê be

Namzedên Hecê ku di ronahîya ewil de ji Dîyarbekirê ber bi axên pîroz ve birê ketin, hêst û ramanên xwe anîtin ziman û bi zimanekî hevpar gotin “Ew ê duayên me ji bo Xezzeyê bin.”
Namzedên Hecê ku di bin mesulîyeta Organîzasyona Umre û Hecê ya Înzar Turîzmê de wezîfeyên xwe yên hecê bicîhbînin, di seatên serê sibehê de li Balafirgeha Dîyarbekirê hatin cem hev.
Ji namzedan hinekên wan 9 sal hinekên wan jî 15 sal in li bêvîya qurayê bûn, ew ê dawî li hesretîyên xwe bînin. Qirkirina Xezzeyê jî bû duayên wan.
“Xwedê Teala ji Xezzeyê re zeferê bike nisîb”
Namzedê Hecê Mehmet Avci got, “Kelecanekî mezin heye bi min re. Em nikarin li cîhê xwe bisekinin, gelek kêfxweş in. Dema ku em herin wan axên pîroz, ji bo Îslamê, ji bo Xezze, Filistîn û her Misilmanê ku li ku derê bin duayan bikin.”
Rahmetullah Durmaz îfade kir ku ew 14 sal in li bêvîya vê rojê ye, “Em gelek bikelecan in. Xwedê piştî 14 salan kir nisîbê me, bike nisîbê hemû kesan. Xwedê ji Xezzeyê re jî zeferê bike nisîb; îsraîl Emrîka û alîkarên wan jî qehr bike. Rebbê min bila alîkarê Misilmanan be. Ez 62 salî me û heta vê emrê xwe min kelecan û kêfxweşîyekî ewakî nedîtîye û nejîye.”
“Ew ê serê duayên me xelasîya Xezzeyê û hişyarîbûna însanîyetê be”
Suzan Yildirim îfade kir ku dua û daxwazîyên wan ew ê bi Xezzeyê re be û bal li ser yekîtî û bihevrebûna ummetê jî kişand, “Em gelek kêfxweş û bikelecan in. Dema ku însan difikire ew ê here Ke'beyê û li cem Resulê Xwedê dilê mirov dipirpite. Ez wisa xeyal dikim ku wan iştên ku me di sîyerê de dixwend wê bi rastî bijîn. Înşaallah Xwedê heca me qebûl bike. Ew ê li ser duayên me xelasîya Xezzeyê hebe, hişyarîya însanîyet û yekîtîya ummetê be. Bi îzna Xwedê ew ê ev zilm li cem kafiran nemîne, wê cezayên xwe bikşînin û em ê jî vana bibînin.”
“Em ê li Erefat û Ke’beyê ji xûşk û birayên xwe yên Xezzeyê re duayan bikin”
Kadrî Çeçen îfade kir ku ew deh sal berê serlêdana hecê kirîye û îro wî daxwazîya wî bi cîh tê, “Min 10 sal in serlêdanê kiribû, Xwedê kir nisîb û bi îzna Xwedê ez ê herim axên pîroz. Em ê ji Misilmanan re bi taybetî jî ji xûşk û birayên xwe yên Xezzeyê re duayan bikin. Însanên me dibe ku bibêjin ‘çima ji wan re ezab nayê şandin’ Çawa ku Xwedê ji îblîs re qewl daye ji wan re jî daye û ew ê bêguman ezaba xwe bişîne jî. Em ê li Erefat û Ke’beyê ji xûşk û birayên xwe yên Xezzeyê re duayan bikin. Bi îzna Xwedê xelasîya wan nêz e.”
“Daxwazîya min a ji Xwedê ev e ku ji bona wan sîyonîstan werin lenetkirin qewetê bide me”
Faysal Aslan jî wek namzedên hecê yên dinê îfade kir ku ew ê serê ewil duayên wî ji bo Xezzeyê be:
“15 sal in me xwe ji hecê re nivîsandibû, Xwedê vê salê kir nisîb. Dema ku em herin Ke’beyê ew ê duaya me ya ewil ji bo Xezzeyê be. Xezze ji bo ummetê îmtîhanek e mixabin ummet vê îmtîhanê winda kir. Daxwazîya min a ji Xwedê ew ê ku ji bona wan sîyonîstan werin lenetkirin qewetê bide me” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, Platforma Hevgirtina Filistînê ya Enqereyê ziyaret kir. Di civînê de rewşa dawî ya li Xezzeyê û pêşnûmeqanûna ku pêşkêşî Parlamentoyê hatiye kirin hatin nîqaşkirin.
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr û Parlamenterê Mersînê Faruk Dînç, Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli ziyaret kirin û pirsgirêk û daxwazên cotkarên herêmê ji wan re ragihandin.
Trêna barê ku di navbera Dîyarbekir û Xarpêtê de seferê dikir, ji ber sedemeke ku hêj nediyare ji rêya hesin derket.
Otobûsên gel a taybet ku li Stenbolê di çûnûhatinê de wezîfeyekî gelek muhîm dibînin, îro derneketin seferê.