Otobusa xwendekaran û qamyon li hev ketin: 14 birîndar
Li navçeya Bolvadîn a Afyonkarahîsarê, di encama lihevketina servîsa xwendekaran û qamyonetekê de 14 kes birîndar bûn.
Otobuseke xwendekaran ku hêj şofêr û plakayên wê nehatine diyarkirin, li Çarçerxerêya Şaredariya Kevin li qamyonetekê qelibî. Di encama qezayê de hem xwendekarên di otobusê de û hem jî kesên di qamyonetê de birîndar bûn.
Piştî wergirtina raporê, ekîbên tenduristiyê, polês û îtfaîyeyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gorî raporên destpêkê, 14 birîndar bi ambulansê ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên derdorê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê wesayîtek ji pişt ve li qamyonekê qelibî, di encamê de kesek mir û du kes birîndar bûn.
Weqfa Êtîman a ku ji bo êtîm, sêwî û feqîran fealîyetên alîkariyê dike, wekî her carê îsal jî êtîmên Xarpêtê ji bîr nekir û di çarçoveya qampanyaya "Montek, Botek" de ji 150 êtîman re cil û berg peyda kirin.
Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisa Mezin a Tirkîyeyê li dar xist de pirsgirêkên Dîyarbekirê anî ziman. Dînç diyar kir ku divê di navbera Dîyarbekir û Stenbolê de xeta trênê ya bilez were vekirin.