Li Meletîyê, otobûsekî ku karker di nav de bûn ji ber bûzê gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 16 kes jî birîndar bûn.
Qeza, di seat 07.30yan de di navbera Taxên Gunedogru-Sogutê pêk hat.
Otobûsa serwîsan ku ji tekstîla ku li navçeya Doganşehîrê fealîyetê dike re karkeran dibir, ji ber mij û bûzê gêrê şerempolê bû û teqle avêt.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de, 17 kesên ku di nav otobûsê de bûn birîndar bûn.
Hat îfadekirin karkerekî ku ji Nexweşxaneya Dewlet a Doganşehîrê re hatibû rakirin digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dikandarê Çewlîgî Fatîh Goren li ber cihê kargeha xwe qumaşê bi nivîsa "îsraîla îşxalkar boyqot bike" vekir û bang li hemûkesan kir ku bi boyqotkirina şîrket û berhemên ku piştgiriyê didin rejîma sîyonîst, ji Xezzeyê re bibin destek.
Du sûcdarên ku bi sûca êrîşa 5 welatîyên Herêma Kurdistanê berî du salan hatibûn desteserkirin, her yek bi 5 cezayên giran û cezayên din ên girtîgehê hatin cezakirin. Di biryara bi hincet de bal hat kişandin ser hûrgiliyên êrîşê û bersûcan bi hevkariyê sûcê "kuştina bi qest" kirine.
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di axavtina ku di Sazîya Giştî Ya Meclîsê de kir de bang kir ku bila li hember rêxistinên ji rê derketîyan (LGBT) tevgerek bê kirin.