Li Sînopê otomobîl û erebeya tîcarî li hev qelibîn, di encama qelibînê de 2 jê tixtor 4 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li 15emîn kîlometreya rêbeja Sînop-Boyabatê de qewimî.
Otomobîla ku navê şifêrê wê nayê zanîn, ji sebebek hê ne dîyar bi erebeya tîcarî ya ku tê de personelên tenduristîyê hebûn li hev qelibîn.
Li ser agahdayînê ekîbên îtfaiye, polîs, cendirme û AFADê hatin sewqkirin li cihê bûyerê.
Di qezayê de 2 jê tixtor 4 kes jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Walî Mustfa Ozaslan, Tarokhan Çetînerê Midûrê Ewlehiyê û Ferhat Kuranê Albayê Biqidema Fermandarê Cendirmeyê di cihê bûyerê de lêpirsînan kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevk û Wekîlê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli beşdarî duyemîn danişîna Narîn Gûrana ku 19 roj piştî kuştina Narînê li Diyarbekirê cesedê wê yê bê can hat dîtin bû.
Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroğlu li ser rojeva navxweyî; Nirxên partîya xwe yên li ser zêdekirina ne asayî ya mûçeya kêmtirîn, kirêya xanîyan û bihayê xwarinê, pêkanînên li girtîgehan zerarê dide rûmeta mirovan û kêmbûna rêjeya nifûsê bi raya giştî re parve kir.
Meteorolojî; ji bo hinek herêmên Colemêrg, Wan, Şirnex û Bêdlîsê hişyarîya berfê da. Tê texmînkirin ku berf roja şemîyê piştî nîvro tesîra xwe winda bike.
Karwana Hêvîyê, li Wanê ji malbatên feqîr û mexdûr re êzing û komiran belav kir.