Li Entalyayê pîreka Ukraynayî ya ku ji Qurana Pîroz tesîrdar bûbû bû Misilman.
Tetıana Prytulenkoya welatîyê Ukraynayî ya ku dema ku Îslamê lêkolîn dikir û di vê demê de ji Quranê tesîrdar bûbû, bû Misilman.
Prytulenkoya welatîya Ukraynayî ya ku destnîşan kir ew ê bibe Misilman û ji ber vê yekê miraceatê miftîtîyê kir, ji bona wê “Merasîma Îhtîdayê” hat tertîpkirin.
Di merasîma ku bi Qûrana Pîroz hat destpêkirin de, Wekîlê Miftîyê Bajêr Ramazan Ozgûn Turkmen, derheqê dînê Îslamê de agahîyan da. Dûre jî Tetıana Prytulenko, li ber şahidan Kelîma Şehadetê anît û bû Misilman, ji wê re jî navê “Sultan”ê dan.
Piştî duaya ku hat kirin Wekîlê Miftîyê Bajêr Ramazan Ozgûn Turkmen, Sultana ku bû Misilman pîroz kir.
Di dawîya merasîmê de ji wê re “Belgeya Îhtîdayê” hat dayîn û bi tevî Qûrana pîroz çend kitêbên dînî jî dîyarîyê wê hatin kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Hezexa Şirnexê, ji heman malbatê 3 jê zarok 8 kes ji ber sobeya êzingan bi jehrê ketin.
Qerejdaxa ku li herêmê ji çîyayên herî bilind yek e, doh ji ber berfê spî bû.
Karwana Hêvîyê, li navçeya Tersûsa Mêrsînê ji bi dehan malbatên mexdûr û mihtac re kolîyên zexîreyê belav kir.