Parlamenterê HUDA PARê Dînç banga “Qeşaya Zîraetê” kir: Divê ji cotkaran re destek bê dayîn!
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di Sazîya Giştî ya Meclîsê de axivî û di axavtina xwe bang de kir ku bila ji cotkarên ku ji qeşaya zîraetê tesîrdar bûne re destek bê dayîn.
Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di Sazîya Giştî ya Meclîsê de destûr xwest û bal li ser qeşaya ku di 10-12ê Nîsanê de li 36 bajaran tesîrdar bû kişand.
Dînç diyar kir ku bi taybetî li Meletî û gelek bajaran di baxçeyên mişmiş, sêv, bi’îv û guzan de zerarên mezin hene, “Di meha Sibatê de li Mêrsînê û niha jî bi tevî Meletîyê li 36 bajarên me qeşa tesîrdar bû û bi taybetî darên mêwan zerarên mezin dîtin. Mişmişa ku ji welatê me re nêzê 500 milyon dolar qezencê dide qezenckirin îsal hema hema ku tune bû. Ji baxçeyên sêvan bigrin heta baxçeyên bi’îvan, guzan gelek tiştên zîraetê zerarê dîtin.”
Dînç, di berdewama axavtina xwe de ev bangê kir:
“Li hember ev afeta ku Wezîrê me yê Çandinîyê gotibû ‘Yek ji bûyerên qeşa yê ku di dîroka me de bûyera herî mezin e’ divê cotkarên me bên destekkirin. Bi taybetî jî divê ji cotkarên me yên li herêma erdhejê wek Meletî, Mereş, Xarpêt û Semsûrê re destekên nû bên dayîn, welatîyên me yên ku birînên erdhejê derman dikin bi deynên çandinîyê re jî nekevin nav rewşekî xerab. Divê her desteka ku ji cotkarên me re bê dayîn ji bo micadeleya bi enflasyonê re hatîye avêtin bê nirxandin. Divê bajarên ku lê felaketa qeşayê çêbûye bi taybetî jî welatên erdhejê wek herêma afetê bên îlankirin. Divê deynên cotkarên me bên taloqkirin û destekên ku tên dayîn bên zêdekirin. Bila neyê jibîrkirin ku heger cotkar hilweşe wê memleket hilweşe.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şaxa Cîzîrê ya Weqfa Êtîman, bi nêzîkbûna zivistanê re sêwiyên navçeyê ji bîr nekir û bi temînkirina kinc û pêlavan, pêdiviyên zarokên sêwî yên hewcedar pêk anî.
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku di operasyonên lêgerîn û desteserkirinê yên li ser sînorê Colemêrgê de 258 kîlo û 999 gram narkotîk hatiye desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li Stenbol û Îzmîrê di operasyonên hevdem de bi qasî 7 milyon hebên maddeyên hişber hatine desteserkirin û 8 şikdar hatine girtin.
Ji ber barîna berfa zêde li Wanê, rêyên 102 gundan ji bo trafîkê hatine girtin.