Parlamenterên HUDA PARê ji Meclîsê re banga Xezzeyê kirin: Bedêla wî çi dibe bila bibe divê korîdora însanî bê vekirin

Parlamenterên HUDA PARê ku li Enqereyê beşdarî bernameya “Ji Anadolîyê heta Meclîsê, ji Meclîsê heta Xezzeyê; Ji Xezzeyê re korîdora însanî” ku ji teref ANFÎDAPê ve hat tertîpkirin bûn, li hember birçîbûnî û krîza însanî ya li Xezzeyê bang kirin ku “Bedêla wî çi dibe bila bibe” divê korîdora însanî bê vekirin.
Li Enqereyê ji teref Platforma Piştgirîya Filistînê ya Enqereyê (ANFÎDAP) ve bi navê “Ji Anadolîyê heta Meclîsê, ji Meclîsê heta Xezzeyê; Ji Xezzeyê re korîdora însanî” meşek hat lidarxistin, Parlamenterên HUDA PARê jî beşdarî meşê bûn û di meşê de axavtinan kirin.
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr, Berdevkê Partîyê Serkan Ramanli û Alîkarê Serokê Gişrî Faruk Dînç, bang li partîyên ku di Meclîsê de têne temsîlkirin û welatên Îslamê kirin û gotin “Tîfaqa însanî” damezrînin.
“Ji bona ku ji Xezzeyê re korîdora însanî were vekirin çi hewceye bê kirin”
Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr got, “Îro me jî bi tevî hemû xûşk û birayên xwe yên ku li çar alîyê Anadolîyê hatine li vê derê bi armanca vekirina korîdora însanî ya ji bo Xezzeyê meşîyan. Me daxwazîyên xwe bi dengekî bilind îfade kir. Xisûsa ku em îro derdixin holê ev e: Bi rastî em bi dengekî bilind û qewet îtîrazên xwe dikin. Em îtîrazên xwe yên hem ji tiştên ku Tirkîye dike û hem jî welatên Îslamê dikin re nîşan didin. Erê, em dixwazin ku bila ji Xezzeyê re korîdorekî însanî were vekirin. Daxwazîya me ev e, û em dibêjin û dixwazin hemû welatên Misilman werin xem hev û bedêla wî çi dibe bila bibe miheqqeq ji Xezzeyê re korîdorekî însanî vekin. Heger hewce bike bila ji konvoyên ku biçin Xezzeyê re balafir û konvoyên leşkerî jî hevaltîyê bikin, em wisa difikirin ku bila bi vê şeklê êdî zarokên me yên li Xezzeyê ji birçîna nemirin. Daxwazîya me ya îro ev e. Bi tevî vêya em û hemû gelê çar alîyê Anadolîyê wisa difikirin ku tiştê ku Tirkîye û welatên dinê yên Îslamî dikin kêm in. Ji ber vê yekê ev îtîrazekî ye. Îtîrazekî biqewet e. Divê welatên Îslamê ji bona ku li Xezzeyê korîdorekî însanî were vekirin bedêla wî çi dibe bila bibe tiştên hewce bikarbînin û mitleqe ev korîdor were vekirin.”
“Dengê Anadolîyê, di Meclîsa gel de dike qîrînî û ji vêya re jî înîsîyatîfekî tê girtin”
Berdevk û Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli jî got, “Bi pêşengîya ANFÎDAPê meşek hat lidarxistin. Ji 7 herêmên Tirkîyeyê ji 81 bajarên TIrkîyeyê însanan ji bo Xezzeyê civîyan. Armancek û daxwazîyek tenê heye: Ew jî ev e ku bila ji Xezzeyê re korîdora însanî bê vekirin. Çi dibe bila bibe, çi hewce dike bila bike, divê bi lez û bez ev korîdor were vekirin. Çîmkî însanên li wê derê êdî ji birçîna dimrin. Em dixwazin ku di îmtîhana însanîyetê de wezîfeya xwe bicîhbînin. Em wek HUDA PARê çi destê me were wê pêk bînin, çi wezîfe û mesulîyet bi me bikeve em amade ne ku bicîh bînin. Lê em dixwazin ku bila hemû partîyên me yên sîyasî jî vê mesulîyetê bigrin ser milê xwe. Bi pêşengîya hikûmetê, bi fîloyekî ji van xûşk û birayên xwe re alîkarîya însanî bighêjînin.”
“Divê bi damezrandina tîfaqa însanîyetê ji bo korîdora alîkarî ya însanî ni bo Xezzeyê biryar were girtin”
Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê Mêrsînê Faruk Dînç got, “Me îro bi çavên xwe şahidîyê kir ku ji çar alîyê Anadolîyê lehîyeke ku bi însanan pêk tê hatîye li vê derê. Însanîyet êdî ji gotinan pê ve, dixwazin ku gavên berbîçav werin avêtin. Di vî meseleyê de vekirina korîdora însanî ya ji bo Xezzeyê mafekî bingeh e. Em bang li hemû parlamenterên ku di Meclîsê de ne dikin: Ev mesele ne meseleya partîyan e. Bi damezrandina tîfaqa însanî divê ji bo korîdora alîkarîya însanî ya Xezzeyê biryarekî were girtin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Meşa ku bi pêşengiya Platforma Hevgirtina Filistînê ya Enqerê (ANFÎDAP) ve hate lidarxistin, ji bo balkişandina ser trajediya mirovî ya li Xezzeyê û teîmînkirina gihandina alîkariyên mirovî hate lidarxistin.
Li navçeya Bîrecîk a Rihayê di şerê çekdarî yê ku ji ber nakokiya erd derket de ap û biraziyê wî canê xwe ji dest dan û du kes birîndar bûn.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, di daxuyaniya xwe ya derbarê erdheja bi mezinahîya 6.1 de ku li navçeya Sindirgi ya Balıkesirê pêk hat de got, "Niha rewşên xerab tune ne. Em gav bi gav dişopînin."