Parlamenterê HAMASê Ebû Ras: Mescîdî Eqsa jî li bêvîya ev civaka we ya li Dîyarbekirê ye

Merwan Ebû Rasê Serokê Komîsyona Yekîtîya Alimên Cîhanê ya Filistînê û Parlamenterê HAMASê, di axavtina xwe ya ku li Mewlûda Nebî ya ku li Dîyarbekirê hat tertîpkirin de weha got, “Ey xûşk û birayên min! Eqsa li bêvîya we ye, Eqsa gazî we dike. Ev civaka we ya ku li Dîyarbekirê kom kirîye li Mescîdî Eqsayê jî kom bikin û em bi vê halê we li Mescîdî Eqsayê jî bêvîya we ne.”
Weqfa Evîndarên Pêxember bernameyên xwe yên ku bi “Jîyandin û Fêhmkirina Sunneta Hezretî Pêxember” her sal tertîp dikin vê salê jî bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” tertîp kir.
Mewlûda Nebî ya ku li Qada Newroza Dîyarbekirê hat tertîpkirin bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.
Gelek evîndarên Pêxember di seatên serê sibehê de qada Newrozê tijî kirin.
Ji derveyê welat jî alim, rîspî, temsîlkarên sîyasî û STKyan beşdarî bernameyê bûn.
Di meydanê de posterên şehîdên Filistîn û Dîyarbekirê hatin daleqandin
Di meydanê de posterên şehîdên Filistînê wek Fermandarê Giştî yê Tûgayên Qessam Muhammed Deîf, Serokê HAMASê Îsmaîl Henîyye û Yahya Sînwar û Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hamza hatin daleqandin. Xeyn ji şehîdên Filistînê posterên şehîdên Dîyarbekirê jî wek Yasîn Boru, Rîyad Guneş, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak, Turan Yavaş û Cumalî Guneş jî di meydanê de hatin daleqandin.
Di destê mêvanên Evîndarên Pêxember de alên Tewhîdê û Filistînê hene, tim û tim ji bo Hezretî Muhammed re selat û selaman tînin.
Piştî merş û îlahîyên ku hûnermendên Ajansa Ozlemê xwendin Mele Omer Çelîk peyama weqfê xwend û di peyamê de bal li ser meseleyên Filistîn, Sûrîye û Xezzeyê hat kişandin.
Di bernameyê de Merwan Ebû Rasê Serokê Komîsyona Yekîtîya Alimên Cîhanê ya Filistînê û Parlamenterê HAMASê jî axavtinek kir.
Pêşkêşvanan, diyar kirin ku Ebû Ras ji malbata xwe gelek şehîdan daye.
Merwan Ebû Rasê Serokê Komîsyona Yekîtîya Alimên Cîhanê ya Filistînê û Parlamenterê HAMASê:
“Hamd ji Rebbê alemê re. Ey xûşk û birayên min ên Dîyarbekirî, Ey evîndarên xûşk û birayên xwe yên Filistînê, Ey gelê Dîyarbekirê silav û bereketa Xwedê li ser we be.
Ey xûşk û birayên min! Ev civaka we ya ku niha vê meydanê tijî kirîye Xwedê û Resulê Xwedê hez dike, ev civaka we ji teref gelê Filistînê ve tê hezkirin, ev civaka we ji teref gelê Xezzeyê ve tê hezkirin, ev civaka we ji teref Tûgayên Qessam ve tê hezkirin.
Ey xûşk û birayên min! Li cem me emanetên we hene. Me van emanetan ji gelê Dîyarbekir û Tirkîyeyê re anît û ew ê ev emanet jî ji we belavê cîhanê bibe. Ey xûşk û birayên min! Eqsa li bêvîya we ye, Xezze li bêvîya we ye. Hewşa Mescîdî Eqsayê li bêvîya we ye. Hûnê kengî ji banga Mescîdî Eqsayê re bibêjin Lebbeyk.
Xûşk û birayên min! Niha leşkerên sîyonîst Eqsayê qirêj dikin û dixwazin ku li wê derê xera bikin. Ew dixwazin ku hêkela Silêmanê dêynin. Wana ew ê li wê derê bi xweşikahîyê nedin me. Çawa ku micahîdên Qessam pêlê stûyê wan kirin, dema ku welatên Îslamê jî bi vê şeklê pêlê stûyê wan bikin ew ê wê çaxê Mescîdî Eqsa bibe yê me.
Xûşk û birayên min! Emaneta duyemîn jî Xezze ye. Ew Xezzeye ku li hember sîyonîstan micadeleyê dike. Tu kes ji Xezzeyê re nabe alîkar. Mescîdên Xezzeyê, dibistan, nexweşxane û axa Xezzeyê emanetê we ne.
Emaneta sêyemîn jî Tûgayên Qessam in. Ew Tûgayên Qessam ku serê herbê û cîhadê ne. Ew emanetê we ne, divê hûn wan bi duayên xwe, malên xwe, sîyaseta xwe û çekên xwe piştgirî bikin. çîmkî ew ji bona we cîhadê dikin, çîmkî ew ji bona ku Mescîdî Eqsayê azad bikin cîhadê dikin.
Midahîdan ji me re weha dibêjin: ‘Ji alîyê me ve hûn nekevin nav bêhêvîtîyê. Tu dem em ê ji sîyonîstan re ji Cihûyîyan re çekên xwe teslîm nekin. Em ê canê xwe û malê xwe feda bikin lê çekê xwe teslîm nakin. Em ê bibin girêk di qirika wan de.’
Emaneta çaremîn jî ev e: Xûşk û birayên min! Zarokên Mescîdî Eqsayê, birîdarên Mescîdî Eqsayê emanetê we ne. Xûşk û birayên we yên li wê derê ku li bêvîya alîkarî û xwarinê ne emanetê we ne. Ew weha dibêjin, ‘Kanê civakên Îslamê! Kanê serokên civaka Îslamê!’
Xûşk û birayên min! Herî dawîn ez dixwazim ji we re ewakî bibêjim: ‘Biz îzna Xwedê em ê tev bi hev re bighêjin Mescîdî Eqsayekî azad, em ê bi tevî vê meydanê bighêjin Mescîdî Eqsaya hur û azad, û em ê li wê derê tev bi hev re li wê derê nimêj bikin bi îzna Xwedê.’ (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Nêzîkî 20 milyon xwendekarên dibistanên seretayî û navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ew ê îro qarneyên xwe yên notan bistînin û dest bi betlaneya havînê bikin.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr got, "Divê di navbera Tirkîye, Îran û Pakistanê de peymanek stratejîk û yekîtîya hêzê were damezrandin! Ev yekîtî ne tenê ewlehîya herêmî di nav xwe de nehewîne; di heman demê de ew ê îrade, rûmet û serxwebûna alema Îslamê ya ji bo diyarkirina pêşeroja xwe eşkere bike."
Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan wê di 20ê Hezîranê de Tirkîyeyê zîyaret bike.
Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, behsa êrîşên sîyonîstên terorîst ên li ser Îranê kir û got, "Hemû saziyên me ji bo tesîrên muhtemel ên van êrîşan li ser Tirkiyeyê hişyar in. Em ji bo her rewşek xerab amade ne. Em ji bo her senaryoyekê amade ne."