Parlamenterê HUDA PARê Demir: Em hemû Tirkiyeyê di 10ê Tebaxê de banga meşa Xezzeyê dikin

Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, li Meclîsê di civîna çapemeniyê de nûnerên Platforma Civaka Sivîl a Anadoluyê (ANFÎDAP) pêşwazî kir. Demîr ji bo meşa piştgiriya Xezzeyê ya di 10ê Tebaxê de li Enqerê vexwendnameyek pêşkêş kir.
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Entabê Şahzade Demîr li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê di civîna çapemeniyê de mazûvaniya nûnerên Platforma Civaka Sivîl a Anadoluyê (ANFÎDAP) kir.
Demîr, ku ji bo balkişandina ser qirkirina li Xezzeyê, di 10ê Tebaxê de ji Parka Guven ber bi Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê ve meşekê were lidarxistin beşdarbûnê xwest, got ku, "Em 86 milyon welatiyên xwe gazî meşa ku di 10ê Tebaxê de were lidarxistin dikin."
Di civîna çapemeniyê de Wekîlê Partiya Refahê ya Nû Mehmet Aşîla, Wekîla Partiya Pêşerojê Sema Silkin Ûn, Wekîlê AK Partiyê Mehmet Saît Yaz û Parlamenterên HUDA PARê Serkan Ramanli û Faruk Dinç jî amade bûn.
"Şerm e ku em nikarin avê jî bigihînin Xezzeyê"
Demîr di destpêka axaftina xwe de spasiya endamên meclîsê û nûnerên rêxistinên nehikûmî yên ku beşdarî civîna çapemeniyê bûn kir û got, "Trajediya li Xezzeyê hem mirovî û hem jî sîyasî gihîştiye astek giran. Rejîma îşxalker a sîyonîst biryara îşxalkirina temamê Xezzeyê girtîye. Heta gihîştine wê astê ku hemû mirovahiyê dixin ber pirsê, heta rayedarên xwe yên ku li dijî vê biryarê derdikevin jî dixin ber talûkeya cezayê. Mixabin, hemû 57 welatên Îslamî bi hev re vê komkujiyê temaşe dikin. Em nikarin avê jî bînin cem xûşk û birayên xwe yên ku rastî komkujiyê tên. Ev ji bo me hemûyan bi rastî şerm e. Ez dixwazim vê derfetê bi kar bînim da ku spasiya hemû rayedarên Platforma Civaka Sivîl a Anadoluyê bikim, ku bi hesasiyetek li hember Xezzeyê bernameyên hêja li Tirkiyeyê pêk anîne."
"Komkujiya li Xezzeyê ji bo hemû mirovahiyê pirsgirêkek e"
Demîr, diyar kir ku meseleya Xezzeyê ji sîyasetê wêdetir e û got, "Mirov bi birçîbûn û mirinê tên ceribandin. Ev ne tenê pirsgirêka Misilman, Ereb, Filistînî an Tirkan e. Ev pirsgirêka hemû mirovahiyê ye. Em 86 milyon welatiyên xwe gazî meşa 10ê Tebaxê dikin. Em hêvî dikin ku li ser bingeha hevpar a mirovahiyê bicivin."
"Em ji Anadoluyê ber bi Parlamentoyê û ji Parlamentoyê ber bi Xezzeyê ve korîdorek mirovî dixwazin"
Paşê, Serokê Platforma Quds û Hiqûqê, Parêzer Mustafa Eminoglu, li ser navê Platforma Hevgirtina Filistînê ya Enqerê (ANFÎDAP), axivî û diyar kir ku rejîma îşxalker a qirker sînorên tehemûlê derbas kiriye.
Eminoglu bal kişand ku du milyon xelkê Xezzeyê li ber çavên cîhanê ji birçîbûnê dimirin û daxwaza vekirina bilez a korîdorek mirovî ji bo Xezzeyê kir. Eminoglu dûre weha got, "Em li Parlamentoyê ne, em bi tevî serokên platformên civaka sivîl ên ji heft herêman temsîltîya platformên civaka sivîl ên Tirkiyeyê dikin. Em 22 meh in bênavber li meydanan in. Me bi milyonan kesan re li seranserê Tirkiyeyê meşên hevdem li dar xistine. Em bang li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê dikin, ku temsîla îradeya neteweyî ye, ku ji bo Xezzeyê korîdorek mirovî veke û li dijî xerabiya mutleq a îsraîlê alîkariya mirovî ya birêkûpêk bigihîne Xezzeyê. Em ji Anadoluyê ber bi Parlamentoyê û ji Parlamentoyê ber bi Xezzeyê ve korîdorek mirovî dixwazin."
"Ti sebeb tune ku li dijî mirina 2 milyon kesan ji birçîbûnê tedbîr neyên girtin"
Eminoglu, bang li hemû partîyên sîyasî yên li Parlamentoyê kir û got, "Ji bo destpêşxeriyeke ewqas girîng û dîrokî, avakirina yekîtiyeke xurt pir girîng e. Her saetekê ku ji bo korîdora mirovî tedbîrên lezgîn nayên girtin, zarokek ji birçîbûnê dimire. Tu sebeb nikare nelirêtiya li dijî mirina 2 milyon kesan ji birçîbûnê rewa bike. Wekî Platformên Civaka Sivîl a Anadolîyê, em ji bo avakirina 'Îtîfaqa Mirovahîya Xezzeyê' li Parlamentoyê, li ser platformek li ser siyasetê û li ser xetên partîyan, parêzvaniyê dikin û di bin sîwana Parlamentoyê de banga çalakiyên lezgîn dikin."
"Em ê ji bo korîdora mirovî banga tedbîrên lezgîn bikin"
Eminoglu, ji bo meşa ku wê di 10ê Tebaxê de were lidarxistin daxwaz kir û got: "Em bi vê meşê, meşa ku dê li Parka Guven bi nûnerên wîlayetên Anadoluyê û Platforma Hevgirtina Filistînê ya Enqerê dest pê bike û li ber Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê biqede radigihînin. Di dawiya meşê de, em ê bang li hemû partiyan, hem desthilatdar û hem jî muxalefetê bikin ku li ser bingeha hevpar a mirovahiyê di gavên ku ber bi Xezzeyê ve werin avêtin de bibin yek û ji bo korîdorek mirovî gavên bilez bavêjin. Armanca me ew e ku di bin banê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de îradeyek xurt û bihêz ji bo parastina Xezzeyê, ku Anadoluyê diparêze, bînin cem hev."
"Em bang li hemû Tirkiyeyê dikin ku bila beşdarî meşa me ya ji bo avakirina korîdoreke mirovî li Xezzeyê bibe bibin"
Eminoglu, bal kişand ser piştgiriya zêde ya ji bo Xezzeyê ji her bajarê Tirkiyeyê û got, "Qedera gelê Xezzeyê bi qedera welatê me ve girêdayî ye. Em îradeya milet, dilxwazî û piştgiriya milet ji nûnerên wî, partî û Parlamentoya wî dixwazin. Em hemû Tirkiyeyê gazî meşa xwe ya piştgirî û teşwîqker, ku dê roja Yekşemê, li ser siyaset û partiyan, ji bo garantîkirina avakirina korîdorek mirovî li Xezzeyê were lidarxistin dikin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Sêrtê 3 zarok ketin nav ava Kezerê û winda bûn, zarokek bi îmkanên xwe ji avê derket û yekî dinê jî bi midexeleya ekîban derket, lê hêna jî zarokekî dinê winda ye.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di civîna ewil a ku li Meclîsê di çarçoveya “Tirkîyeya Bêteror” de hat damezrandin de axivî û nerînên partîya xwe ya derheqê pêvajoyê de îfade kir.
Komîsyona Meclîsê ku piştî çekberdanîna PKKê ku pêvajoyê bide berdewamkirin îro cara yekem dicive. Di Komîsyona ku ji 48 endaman pêk tê, esas û prensîbên xebatê werin diyarkirin.