Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Herêma ku şewat li wê derê derketîye bila “Herêma Afetê” bê îlankirin
![Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Herêma ku şewat li wê derê derketîye bila “Herêma Afetê” bê îlankirin Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Herêma ku şewat li wê derê derketîye bila “Herêma Afetê” bê îlankirin](/img/NewsGallery/2024/6/26/401231/FeaturedImage/3c57c284-6bb3-44b0-be15-59829eb53be7.webp)
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç di Meclîsê de destûrê xwest û derheqê şewata ku li Çinara Dîyarbekirê û Şemrexa Mêrdînê derket de axivî, di axavtina xwe de destnîşan kir bila derheqê mirovên ku di meseleyê de îhmalên wan hene de tehqîqat bê destpêkirin.
Çend roj berê li navçeya Çinara Dîyarbekirê û navçeya Şemrexa Mêrdînê di çend gundan de şewat derketibû, di encama wê şewatê de 15 kesan canê xwe ji dest dabûn ji 70ê zêdetir mirov jî birîndar bûbûn.
Dînç di Meclîsê de derheqê şewata ku bûbû sedema windabûna mal û caneke gelek zêde de axivî û bal kişand têl û dîrekên ku di dewra Serokatîya Turgut Ozal de hatine çêkirin can û malên xelkê tehdît dike.
Dînç di axavtina xwe de weha got:
“Di 20ê Hezîranê de di navçeyên Çinara Dîyarbekirê û Şemrexa Mêrdînê de şewatek derketibû ez ji welatîyên me yên ku di facîaya şewatê de wefat kirine re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim ji malbatên wan re jî sebr û sersaxîyê dixwazim.
Li gorî rapora pisporan; şewat ji ber ku qabloyên ceryanê qetîyane derketîye. Têl û dîrekên tehte yên ku di dewra Ozal de mane can û malên xelkê tehdît dikin. Divê derheqê yên ku di şewatê de îhmalên wan hene de tehqîqat bê destpêkirin. Nêzê hezar hebî heywan telef bûne, bi hezaran dekar erd şewitîye, divê ew der Herêma Afetê bê îlankirin. Divê bi lez û bez heqê zerara cotkarên me yên ku zerarê dîtine ji wan re bê dayîn, divê deynên cotkarên me yên ku niha hene bêne jêbirîn, divê bernameyên desteka nû bêne destpêkirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Yeşîlyurda Meletîyê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan piştî nimêja Înê, derheqê daxuyanîyên Serokê Dewleta Sûrîyeyê Beşar Esad de axivî û peyamên germ da.
Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, ji bona ku herêma şewata li Çinar û Şemrexê ku 15 kesan canê xwe ji dest dabûn bibe “herêma afetê” ji Meclîsê re pêşnîyaza qanûnê da.
Ji ceryanê de di pileya ji sedî 38 zem hat kirin. Terîfeya nû ew ê ji 1ê Tîrmehê şûnda derbasdar bibe.