Platforma Nesla Quranê ku ji bo Sê Mehan peyamek taybet weşand, destnîşan kir ku van mehên bimbarek ji bo hişyarîya menewî firesedekî ye û divê desteka ji Xezzeyê re tê dayîn berdewam bike.
Platforma ku bal kişand divê zor û zehmetîya li Xezzeyê neyê jibîrkirin, daxwaz kir ku bila ji bo Misilmanên li Xezzeyê duayên taybet bêne kirin.
Koordînatorê Êlihê Ridvan Ûzûmcû li ser navê Navenda Giştî ya Platforma Nesla Quranê daxuyanî da, bal kişand ku ev sê mehên bimbarek ji bo alema Îslamê firsedekî mezin e.
Uzumcu, diyar kir ku “Bi îzna Xwedê em ê şeva 31ê Kanûnê û 1 Çileyê bighêjin sê mehan.”
Uzumcu destnîşan kir ku van sê mehan, di warê menewî de dewrekî dewlemend e, “Sê Mehên bimbarek; demsalên bimbarek ku di nav de nîmetên menewî gelek zêde ne, îbadetên ku xêrê wan gelek zêdene hene, demsalên bi bereket û bi feyz in. Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin û nîyet dikin ku bila van mehan wek şevên Regaîb û Qedrê derbas dikin bike nisîbê me.”
“Tenê çareya xelasîya me vegera ji jiyanekî ku Xwedê ji me dixwaze ye”
Uzumcu, îfade kir ku zewk û ginehên dinyaya derewîn, însanan ji Xwedê dûr dixe û axiretê dide jibîrkirin, “Xemilandin û Sûsa dinyayê û ginehên me, me ji Rebbê me dûr xist û axiretê da jibîrkirin. Ev rewş çawa ku me kaşê ginehan dike di heman demê de hezkirina me ya axiretê jî ziîf dike û qeweta me ya menewîyatê ji destê me girt. Rewşa alema Îslamê ya niha jî ji vêya re şahid e. Weka ku di jiyana me ya ferdî de têkilîya me ya bi Rebbê me re ziîf e, ev rewşa ku bi tevî alema Îslamê di nav de jî ji vêya cudatir nîne. Tenê çareya xelasîya me vegera ji hebûna me yanê vegera jiyanekî ku Xwedê ji me dixwaze ye.”
“Em van mehên bimbarek wek mehên paqijî û nêzbûna ji Rebbê xwe re firsedek bibînin”
Uzumcu di axavtina xwe de duaya Pêxemberê me bibîrxist û weha got, “Resûlê Xwedê weha dua kirîye; ‘Xwedayê min! Mehên Receb û Şebanê derheqê me de bimbarek bike, me bighêjîne Remezanê.’ Pêxemberê me yê ku ji xwe di jiyana xwe ya normalî de jî ji Xwedê re gelek duayan û zikrê dikir, di van mehan dua, îbadet û zikrên xwe zêde dike.”
“Em di van mehan de xûşk û birayên xwe yên Xezzeyî bîrva nekin”
Uzumcu di dawîya axavtina xwe de Xezzeyê bibîrxist û bal kişand ku bila neyê jibîrkirin:
“Xezze tu dem ji rojeva me derneket. Bi îzna Xwedê ew ê nekeve jî. Em ê ji bo Xezzeyê çi ji destê me tê bikin û wê bidomînin jî. Bi taybetî di van sê mehan de ji xûşk û birayên xwe yên Xezzeyî re pir pir duayan bikin. Em ji Rebbê xwe bixwazin ku bila zeferekî berfireh bike nisîbê wan. Em wek Platforma Nesla Quranê, bi taybetî ya Xezzeyê bi giştî ya hemû Misilmanan a sê mehên wan pîroz dikin, ji Xwedê jî dawxaz dikin ku bila ji bo vejîna me ya menewî û meddî bike wesîle.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Sûra Dîyarbekirê wesayîtek ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qelibî, di encamê de 10 jê xwendekar 11 kes birîndar bûn.
Li Kuçukcekmeceyê ji çayxanekî re bi bombeyê êrîş hat lidarxistin. Di êrîşê de mirî an jî birîndar çênebûn.
Li navçeya Datçaya Mûxlayê di mezinahîya 3,4an de erdhejek pêk hat.
Bi biryara Konseya Dadgeha Iraqê, li Silêmanî hinek şîrketên produksîyonê, çapemenî û navendên çandî ya ku nêzê PKKê ne hatin girtin.