Qefîleya Hecê ji axên pîroz re bi duayan hatin oxirkirin

Qefîleya Hecê ya ku wê biçin axên pîroz ji Meletîyê bi bernameyê hatin birêkirin, Miftîyê Bajêr Ramazan Dolu di bernameyê de got, “Bi taybetî ji bo xûşk û birayên me yên ku li Xezze û Filistînê bi qehremanî micadeleyê dikin re duayan bikin. Duayên xwe tu dem kêm nekin.”
Ji bo qefîleya Hecê ya ku ew ê îsal îbadetên xwe yên Hecê bikarbînin, ji teref Miftîtîya Bajarê Meletîyê ve li ber Camîya Cevatpaşa Abuzer Borê bernameyan hat tertîpkirin.
Bername bi selewat û îlahîyan dest pê kir, Miftîyê Bajêr Ramazan Dolu di bernameyê de axavtinek kir.
“Xwedê di nav hezaran ebdên xwe de we bijartîye”
Miftî Dolu destnîşan kir ku namzedên Hecê wek însanên bijarte îbadetên xwe bikarbînin, “Xwedê bi zimanê Hezretî Îbrahîm we dawetî beyta xwe dike û hecîyên me yên ku beşdarî vê dawetê dibin, însanên wek bijarte derdikevin rê. Divê hûn vê du mehnê xwe wek qîmetekî mezin zanibin û rojên xwe di nav îbadet û zikrê de derbas bikin.”
“Dostîtîya ku di rêya Hecê de were bidestxistin, divê bibe biratîyekî heta dawîya emrê me”
Miftî Dolu îfade kir ku rêwîtîya Hecê pêvajoyekî ku di nav îbadetê de derbas dibeye, divê namzedên Hecê jî di nav şiûra îbadetê de tevbigerin.”
Dolu, “Rêwîtîya Hecê bi her awayî îbadet e. Ji niha pê ve hûn di nav îbadetê de ne û dema ku we gav avêt nav mala Xwedê şûnve divê hûn bi şiûra îbadetê tevbigerin. Ji bo ev wezîfeya pîroz divê hûn xwe wek menewî amade bikin. Bi taybetî ji bo xûşk û birayên me yên ku li Xezze û Filistînê bi qehremanî micadeleyê dikin re duayan bikin. Duayên xwe tu dem kêm ji zimanê xwe nexînin.”
Piştî axavtina Miftî Ramazan Dolu, Miftîyê navçeya Yeşîlyurdê Dr. Huzeyîn Bayrak ku ew ê serokê qefîleya ewil be dua kir û bi tevî 6 jê wezîfedarên dînî tev de 201 namzedên Hecê di nav kêfxweşî û rondikan de ji axên pîroz re hatin oxirkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Karataya Qonyayê di seatên êvarê de di avahîyekî de erdgaz teqîya, welatîyên taxê ji ber teqînê gelek tirsîyan. Di encama teqîna ku di qata 3yemîn a avahîya 12 qatî de çêbû de yek jê giran12 kes birîndar bûn.
Weqfa Êtîman ku ji bo êtîm, sêwî û bêkesan li nav welat û derveyê welat fealîyetan lidar dixe, wek her sal vê salê jî ji bona ku goştê qurbanan bighêjîne ser sifreyan hazirîyê dike.
Li navçeyên Hewag, Curnê Reş û Xelfetîya Rihayê zîpik barîya, bi tevî xanî û wesayîtan darên fistiq, zeytûn û pembûyan jî zerarê dîtin.