Qetlîama Derînce yê ku ji teref PKKê ve hatibû kirin nayê jibîrkirin

Li navçeya Baykana Sêrtê di sala 1993yan de 13 heb sebî, 8 heb pîrek û yek zilam tevde 22 welatî ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin ku êş û elama vê qetlîamê hê jî ji bîr dernakeve.
PKKyê ku ji roja ku hatiye damezrandin vir ve gelek zêde qetlîaman li herêmê kiriye, roj hat li meydanên gundan zêc û zarok, ciwan û extîyaran bi şikleke girseyî qetil kir û roj hat di ser mizgeftan de girt û êrîşên hovane û wehşî tertîp kir.
Ew qetlîamên ku PKK ji salên 1980 û 1990î vir ve kirine hêj nehatine jibîrkirin. PKKyê ku di sala 1978an de hat damezrandin, êrîşa xwe ya ewil di 15ê Tîrmeha sala 1984an de li Erûha Sêrtê û li Şemzînana Colemêrgê li dar xist. Ew êrîş li Tirkîyê bûn destpêka qonaxeke nû.
Di wan êrîş û qetlîamên ku ji teref PKKê ve hatin kirin de bi sedan zarok, pîrek, ciwan û extîyar hatin qetilkirin ku ev qetlîam hêj nehatine jibîrkirin û hêj wek roja ewil di hişê bi hezaran malbatan de cihên xwe mihafeze dikin.
Yek ji wan qetlîaman jî qetlîama Derînceyê ye ku ji teref PKKê ve li gundika Şikarima Gûnbulduyê, di tarîxa 21ê cotmeha sala 1993yan de, hatibû kirin nayê jibîrkirin.
Ji gundîyan Zeyneddîn Erdem bi bîr xist ku di tarîxa 21ê cotmehê sala 1993yan de di seat derdorê 21.10an de ji teref PKKê ve êrîş li gundê wan hatîye kirin û di êrîşê de 22 kesên ku tê de malbat û nasên wî hebûn hatine qetilkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karwana Hêvîyê ji bo malbatên hewcedar ên li Dîyarbekirê, kermeseke ku roja Pêncşemê 23ê Cotmehê dest pê dike û hefteyekê berdewam bike li dar dixe.
Li Sêwasê 9 welatiyên biyanî yên ku bi awayekî neqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûne hatin girtin û çar kesên ku bi qaçaxçîtiya koçberan re mijûl dibin jî hatin girtin.
Tê texmînkirin ku ew ê îro li 9 bajaran baranek tund bibare, ji bo 9 bajaran hişyarîya bi rengê “zer” hat kirin, û hat xwestin ku bila li hember lehîyê jî welatî baldarbin.