Saziyên alîkariyê amadekariyan dikin ku goştê qurbanê li bi hezaran malbatên Dîyarbekirê belav bikin
![Saziyên alîkariyê amadekariyan dikin ku goştê qurbanê li bi hezaran malbatên Dîyarbekirê belav bikin Saziyên alîkariyê amadekariyan dikin ku goştê qurbanê li bi hezaran malbatên Dîyarbekirê belav bikin](/img/NewsGallery/2024/6/16/399881/FeaturedImage/de49b24e-07d0-4d86-a1dc-836a00ddd522.webp)
Weqfa Êtîman, Komeleya Kerwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê û ÎHO EBRAR ku yek ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî ye û Ewrûpa Yetîm Elî bi wekîlên ku wergirtine dixwazin goştê qurbanê li bi deh hezaran malbatan belav bikin.
Temsîlkarên Dîyarbekirê yên Weqfa Êtîman, Komeleya Kerwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê, ÎHO EBRAR û Ewropa Yetîm Elîyê ku di çarçoveya xebatên alîkariyê yên goştê qurbanê yên ku ew ê li Dîyarbekirê bên lidarxistin de biryar dan ku bi hev re bixebitin, îro bi ronahiya sibehê dest bi çalakiya serjêkirinê kirin.
Weke her sal saziyên alîkariyê yên ku di roja ewil a eydê de serjê kirin û di roja duyemîn de belav kirinê dikin, spasiyên xwe pêşkêşî xêrxwazên xwe kirin ku di vê îbadeta aborî de wekîlên xwe teslîmî wan kirine.
Koordînatorê Giştî yê Weqfa Êtîman Cemîl Cahît Unsal li ser navê saziyên alîkariyê yên birayan daxuyanî da û got.
"Em careke din ketin Eyda Qurbanê. Cejna Qurbanê li temamê alema Îslamê û mirovahiyê pîroz be. Bi hêviya ku di vê Eyda Qurbanê da li Tirkiyeyê qurbanîyên ku xêrxwazên me dane me, em ê pêk bînin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Yeşîlyurda Meletîyê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan piştî nimêja Înê, derheqê daxuyanîyên Serokê Dewleta Sûrîyeyê Beşar Esad de axivî û peyamên germ da.
Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, ji bona ku herêma şewata li Çinar û Şemrexê ku 15 kesan canê xwe ji dest dabûn bibe “herêma afetê” ji Meclîsê re pêşnîyaza qanûnê da.
Ji ceryanê de di pileya ji sedî 38 zem hat kirin. Terîfeya nû ew ê ji 1ê Tîrmehê şûnda derbasdar bibe.