Şehîd Aytaç Baran di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat yadkirin

Serokê Komeleya Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran ku di 9ê Hezîrana 2015an de li Dîyarbekirê ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin, di salvegera şehadeta xwe de hat yadkirin.
Barname ji teref Platforma Karwana Şehîdan û Cemîyeta Mustezefan ve li Goristana YenîKoya Esrî hat tertîpkirin.
Di destpêka bernameyê de Qurana Pîroz ji teref Omer Akgul ve hat xwendin.
Piştî xwendina Qurana Pîroz Serokê Platforma Karwana Şehîdan Omer Çelîk derheqê ehemmîyeta rojê de axavtinek kir.
“Xwedê naxwaze ku heta qîyametê derîyên şehadetê were girtin”
Çelîk bal kişand ku Îslam qîmeta herî mezin ku dide mertebeyan, mertebeyan şehadetê ye, “Em di seha û dinyaya îmtîhanê de ne. Ji bona ku ji me kî muminên rastîn ne bê derxisin Xwedê me îmtîhan dike. Weka ku Xwedê di Qurana Pîroz de dibêje, ‘Ji bona ku Xwedê di nav we de şehîdan derxe…’ ji Hezretî Adem heta îro Xwedê naxwaze derîyê şehîdêyê were girtin. Divê derîyê şehîdîyê vekirîbe. Çîmkî ji dîrokê heta niha kengî Misilman ketine nav xefletê, armanc û hedefa wan bûye dinya, ketine nav zilletê di destê kafiran de.”
Çelîk, “Feqet komekî edîg, ji soza xwe re sadiq man û wan canên xwe yên bimbarek ji bo doza Îslamê feda kirin. Kengî ev doz şehîd daye, însanên ku di nav xefletê de bûn şîyar bûne, fêhm kirin ku cîhana rastîn li cem Xwedê ye. Xwedê jî ji wan re alîkarîyê şandîye. Nexwe Pêxemberê me di herba Bedrê de heta ku destên wî werimîne duayan kirîye, feqet dema ku xwîna şehîdê ewil li erdê ketîye Xwedê melekên xwe ji bo alîkarîyê şandîye. Ev qaîdeyekî Quranî ye. Dema ku hûn ji Xwedê re alîkarî bikin ew ê Xwedê jî ji we re alîkarîyê bike.”
“Heta ku şehîd hebin ew ê doz heta qîyametê hebe”
Omer Çelîk bal kişand ku Pêxember jî diwazin bighêjin mertebeya şehîdîyê, doza Îslamê zor û giran e:
“Ev doz dozekî zor û zehmet e. Em tu kes jîyanekî di nav baxçê gulan de nedin ber çavên xwe. Heger Pêxemberên Xwedê, nesla ewil ku bawerî ji wan Pêxemberan re anîtine, emrên xwe di nav micadele û li ser hespan derbas kiribin, hûn zanibin aqubeta ku li hêvîya me ye jî ev e. Şehîdî xwîn û motora dozê ye. Di dozekî de hejmarê şehîdan û ciwanên ku şehîdîyê daxwaz dikin çiqas zêdebûne, ew doz neketîye xwarê. Ji xwe ji bona me jî ew ê herî muhîm ev e. Jîyan û mirina me gelo ne ji bo Xwedê ye? Me ji bo vêya bedêlan daye. Heta ku şehîdên me hebin ew ê ev doz heta qîyametê hebe.”
Çelîk di berdewama axavtina xwe de derheqê ferqa dozên beşerî û doza Îslamê de jî axivî û weha got:
“îsraîl û hevkarên wî Şêx Îzzeddîn El Qessam şehîd kirin û li gorî wan dema ku serok şehîd bibe ew doz diqede. Di dozên batil de ewakîye, çîmkî bingeha wan dozan li ser jîyandina ‘emrekî dirêj a di dinyayê de hatîye damezrandin. Me di vê emrê xwe yê hindik de gelek dozan dît. Me dît ku bi navê Sosyalîzm û Komunîzmê derketine rê û dema ku ketine nav tengasîyê berê xwe dane Kapîtalîzmê. Çîmkî armanca wan bidestxistina cîhanê ye. Em vêya jî di roja xwe de dibînin. 40 sal micadele dan, bi hezaran însanan dan kuştin lê dema ku em encama wan dinêrin dibînin ku tiştekî jî bidestnexistine. Çawa xwe guhartin, qîbla wan guherî. Ev qaîdê ji bo Misilmanan nîne. Bi şehîdkirina Şêx Îzzeddîn El Qessam, bi xwîna wî ya bimbarek Hamas hat damezrandin, qehreman û egîdên wek Şêx Ahmed Yasîn, Îsmaîl Henîyye, Yahya Sînwar û hevalên wek wan hatin dinyayaê. Kufr zen dike dema ku wan qehremanan bimrin ew ê doz jî biqede. Lê em ê îro bibînin û dibe ku sibe disbe qehreman û egîdên navdar bibînin. Ev doz ewakî ye.”
“Weka ku Hebîbî Neccar qetil kirin di salên 90îyan de gelek ciwanên me qetil kirin, şehîd kirin”
Omer Çelîk, di axavtina xwe de qala micadeleya Îslamî û rewşa ku di salên 1990îyan de dane û dîtine kir û weha axavtina xwe zêde kir, “Li vê herêmê ji bona ku însanan ji dîn, ji Xwedê û ji Pêxember dûr bixin û wan bikin ebdên îdeolojîyên xwe yên gemar û jirêderketî gelek micadele hat dayîn, lê li hember wan jî Hebîbî Neccarên vê dewrê derketin, berxwe dan. Weka ku Hebîbî Neccar ji qewmê xwe re digot, Hebîbî Neccarên vê demê jî ji qewmê xwe re digot, ‘Werin tabi’ê Resûlê Xwedê û kitêba wî bibin, xelasîya we di vana de ye’ çawa ku Hebîbî Neccar qetil kirin di salên 90îyan de ciwanên me jî qetil kirin, şehîd kirin. Weka ku Alîya Îzzetbegovîçê zana digot wan me kuştin û kirin binê erdê zen kirin ku em ê biqedin lê ew nizanibin ku em tov in.”
“Sîstemek tenê heye ku li hember wan bisekine û dawî li kufra wan bîne Îslam e”
Omer Çelîk anît ziman ku sîstemek tenê heye ku li hember kufra wan bisekine ew jî Îslam e:
“Îro tu îdeolojîyek û fikrekî nemaye ku li hember ehlê kufrê, îsraîlê, îngilistanê û mustekbîrên dinê bisekine, ew bûna ebdên wan. Sîstemekî tenê heye ku li hember wan bisekine û dawî li kufra wan bîne ew jî Îslam e. Ji ber wê yekê ye ku li çar alîyê cîhanê hem bi fîzîkî hem jî bi çandî êrîşî Îslam û Misilmanan dikin. Îro wezîfeyekî mezin û barekî mezin li ser milê me ye, digel vana em hesabê tiştên dûnyewî bikin ev jî ji me re zilm e. Çîmkî em ji bona ku daîre an jî karê xwe veguherînin, pere qezenc bikin, wesayîtan bistînin nehatine vê dinyayê; em ji bona ku saltanata Emrîka, îsraîl, Îngilistan û fîrewnên dinê yên ku doza îlahtîyê dikin tarûmar bikin ji vê dinyayê re hatine şandin. Armanca me ya ewil ev e. Ji bona ku em vê armancê bîrva nekin û van birayên xwe yên ku di vê armancê de canê xwe şehîd dane bîrva nekin li vê goristanê binêrin jî bes e. Li vê derê jî bi dehan şehîdên me hene. Wezîfeyekî me heye ku em goristanên wan zîyaret bikin û di van zîyaretan de xwe tuj bikin. Tebîeta vê dozê ewakî ye. Em mecburin ku hînê bela û musîbetan bibin. An em ê di vê dinyayê de bi van bela û musîbetan re serî rakin, sebr bikin û di nav îmanê de ji vê cihanê derkevin an jî ew ê belaya herî mezin di roja qîyametê de were ser serê me. Rebbê min bila me ji rê, mîras û doza şehîdan dûr neke.”
Bernameya yadkirinê bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Entabê Şahzade Demîr li ser binçavkirina kesên ku dixwestin li ser sînorê Xezzeyê xwepêşandanê bikin di dema serdegirtina otêla ku ew lê diman de li Misirê bertek nîşan da.
Li navçeya Qosera Mêrdînê navenda trafoyê ku ji gundan re ceryanê temîn dikir şewitî, ji ber şewata trafoyê 115 gund bêceryan man.
Temsîlkarên ÎTTÎHADUL ULEMA û Karwana Hêvîyê ku ji bona beşdarî bernameya "Global March to Gaza" (Meşa Xezzeyê ya Kûrewî) ku li Misirê bihata tertîpkirin çûbûn Misirê, ji teref polêsê Misirê ve hatin binçavkirin.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, destnîşan kir ku li Xezzeyê 20 meh in êrîş berdewam dikin û divê li hember vêya gavên ku bi çavan bêne dîtin bên avêtin, bang kirku divê fîloyên alîkarîyê jî di nav ewlehîyê de bighêjin Xezzeyê.