Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bal kişand ku rêjeya ji nû ve nirxkirina mûçeya herî kêm a nû jî di bin enflasyona salane de ye û weha got: "Nebû, ev hesab xelet e."
Yapicioglu di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê da mûçeya herî kêm a nû ya ku hat diyarkirin 22 hezar û 104 Lîreye nirxand.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu weha got:
"Malbata çar kesan:
Sînorê birçîbûnê (bi tenê ji bo xwarinê tê xerckirin): 21 hezar TL.
Sînorê birçîbûnîyê (ji bo hemû hewcedarîyên bingehîn têr dike): 67 hezar TL.
Pêdivîya herî kêm a mehane ya karkerek tenê yê ezeb: 27 hezar TL.
Heqê herî kêm: 22 hezar TL.
Hûn dikarin bi vî pereyî debara xwe bikin?
Rêjeya zêdekirina kirê: Ji sedî 60,45
Rêjeya ji nû ve nirxandinê: Ji sedî 43,93
Enflasyona salane: Ji sedî 47
Rêjeya zêdekirina desteka meaşê kêmtirîn ji bo kardêran: Ji sedî 42,85
Zêdebûna mûçeya herî kêm: Ji sedî 30
Ev çênebû.
Ev hesab şaş e." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dolar, di serê yê 30ê Tebaxê nê de bi 34,00 TLyî tê firotan.
Di bihayên zêr de zêdebûn berdewam dike.
Di bihayên zêr de ku di demên dawî de rekora dişkand daketin berdewam dike.
Ji 21ê Hezîranê pêve ew ê 1.30 qirûş zam li heqê motorînê re û 1.35 qirûş jî zam li heqê benzînê bê kirin.