Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Dîyarbekirê di çarçoveya zîyaretên xwe de li navçeya Surê bi dikandar û welatîyan re hat cem hev.
Yapicioglu ku bi gelê herêmê re hat cem hev derheqê bûyerên sîyasî û civakî ên ku bi taybetî di nav sala dawîn de çêbûne de peyamên muhîm da.
Yapicioglu di zîyareta xwe ya herêmê de malbatên ku li ber Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê yê HDPê ji bo zarokên xwe yên ku çûne serê çîya nobedê digrin jî zîyaret kir û li vê derê bi malbatan re axivî.
Piştî zîyareta malbatan Yapicioglu çû navçeya Sura dîrokê û di kolanên dîrokî de bi dikandaran re hat cem hev, piştre jî derbasî Ceddeya Gazîyê bû.
Yapicioglu li vê derê jî bi dikandaran re sohbetê kir û derheqê rewşa aborî, zehmetî û hêvîyan de agahîyan stand.
Derheqê pirsgirêkan de pêşnîyarên çareserîyê jî Yapicioglu ji welatîyan re got û bi giştî hêvîyên dikandaran ên derheqê polîtîqayên hikûmetê de gohdar kir.
Dûre jî Yapicioglu çû Xana Hesen Paşayê û li vê derê bi dikandaran re axivî.
Yapicioglu di hevdîtina bi dikandaran re de jî, pêşnîyazên xwe yên çareserîyê û fikrên xwe yên derheqê siberoja Dîyarbekirê de anît ziman. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di Belgefîlma ku li Herêma Qerejdaxa Dîyarbekirê jîyana şivanîyê bikartîne de qala xwarin-vexwarina şivan, psîkolojî, jîyana çîya, zor û zehmetî û hîssên şivanan tê kirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ku malbatên ku ji bo zarokên xwe yên ji teref PKKê ve ji serê çîya re hatine revandin li Dîyarbekirê dest bi nobedê kiribûn zîyaret kir, derheqê pêvajoya çareserîyê ku dîsa hatibû rojevê de daxuyanîyan da.
Li navçeya Selçuka Îzmîrê ji ber şewata ku bi qulipîna sobeya ceryanê pêk hat ve 5 xûşk û bira ji dûmanê tesîrdar bûn û canê xwe ji dest dan.